Mirina mehkûman gelo siyaseta dewletê ye?
Dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya hepsan gelo dixwaze çi bike? Bi tevdîrên qaşo yên li hepsan, Covid-19 li hepsan di nav girtiyan de belav dike. Jixwe hejmara personelê li hepsan a bi vîrusê ketî jî, bivênevê gumana gelo dewleta Tirk dixwaze bi koronayê mehkûman bikuje bi mirov re şêdike. Wezîrê dadê yê Tirk îra got, 3 mekûm ji ber Covid-19’ê mirine. Li aliyê din biryara li girtîbûna soiyasetvanên Kurd Kişanak û Tuncel jî nîşan dide ku ev siyaseta cezakirina bê biryara mehkûmbûnê wê dewam bike. Mehkûmiya herduyan tevî ku li dadgeha îstînafê hatibû xerakirin, mehkemê biryara girtîbûna wan da. Ji ber ku nexweşiyên Kişanak ên kronîk hene, fikarên li ser siheta wê jî zêde dibin.
Ji ber Covid-19’ê sê girtiyan wefat kir
Dewleta Tirk eşkere kir ku 3 mehkûm ji ber vîrusa koronayê mirine. Wezîrê Dadê yê dewleta Tirk got, bi 17 mehkûman re vîrûs hatiye tesbîtkirin, 3 ji van mirine. Ji 14’ên mayî li gorî wezîrê Tirk rewşa 13’an baş e, girtiyekî nexweşiyên kronîk pê re heyî jî di beşa dermankirina taybet de ye.
Wezîrê Tirk Abdulhamit Gul, wekî got, li 5 hepsan, bi 14 hakim û dozgeran û 32 personelên edliyê, 79 pesonelên hepsan û 34 perspnelên Saziya Tiba Edlî ya Tirk re vîrusa koronayê hatiye tesbîtkirin. Ev rewş bivênevê bi mirov re wê gumanê çêdike, gelo mehkûman bi vî awayî dikujin?
Jixwe, biryara dadgeriya dewleta Tirk ya ji bo siyasetvanên Kurd Gultan Kişanak û Sebahat Tûncel ên dîlgirtî û gelek girtiyên din jî vê gumanê xurt dike.
Girtîbûn veguherî cezakirinê
Cezayê hepsê yê li Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel hatibû birrîn, ji aliyê dadgeha îstînafê ve hate xerakirin. Ji ber vê yekê jî mehkemekirinê ji nû ve dest pê kir. Rûniştina 4'an îro li Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê ya 5’an wê pêk bihata. Lê belê ji ber şewba vîrusa koronayê pêk nehat. Heyeta dadgehê dosya lêkolîn kir û biryarek da.
Parêzeran diyar kir ku nexweşiyên kronîk bi Kişanak re hene û di dema şewbê de girtîhiştina Tûncel û Kişanak wê bibe metirsî li ser jiyana wan. Parêzeran got, girtîbûna wan êdî veguheriye cezakirinê.
Heyeta demkî ya dadgehê daxwaza parêzeran red kir û biryar da ku her du siyasetvanên Kurd girtî bimînin û rûniştin jî taloqî 29'ê Gulanê kirin. ENQERE/MELETÎ