Yên ku li Rojava diqewimin ne çend bûyer e, tenê bûyerek e, ew bûyer mirin e, tenê yek mirinek e. Mirina li wê derê, mirina mirovahiyê ye. Li Rojava, êşa her kesî, êşa "mirovahiya mezin", ango êşa herî dijwar, ne kuştin ne şewitandin e, ne lêxistin, ne îşkence ye, ji her xerabiyê wêdetir, qutbûna bêhna însanetiyê ye.

Li Rojava însanetî, nikare bêhna xwe hilde, aso reş û tarî, ji bo însan jiyan heram bûye, heramî cilê xwe di nav mirovên ku dixwazin bi berdela canên xwe stêrkê jiyanê bibiriqînin de raxistiye. Bi vî rengî, yê ku sekerat in û ruhiyeta wan can dikêşe, "însan" bixwe ye. Dubare kurt û kurmancî, ya ku li wir dimire, însanetî ye. Ew mirin, ne mirineke wek "însanî" ye jî, ji her alî ve nexweşiyeke dermirovî, nexweşiyeke derolî, xirabiyeke wek ji xirabiyên Serdema Navîn ya Awropa, wekî ku ji dûr û dirêjiya dîrokê ve carek an jî herî zêde çend car biqewime wisa, xerabî û reşitiyeke dîrokî ye.
Çawa ku wê serdemê berxwedaniyeke derenetewî, berxwedaniyeke dereolî, berxwedaniyeke wek stêrkê mirovahiyê biriqî û însanetî ji destê hovîtiyê deranî, zanyarî pêş xist, aqilmendî pêş xist, piştgirî da hunerê, qiştgirî da zanistî, piştgirî da nirxên însanetiyê, darbeyeke mezin da paşverûtiyê û paşverûtîxwazan li erdê xist, bi rengekî wisa, li Rojava jî, ew xwîn wisa li erdê nasekine. Ew însanên ku yekbiyek stûyê wan tên jê kirin, ji patikê ve bi guleyek tên lêxistin, ew kalên gundî ku tên qetilkirin, ew ciwan, ew însanên wek bi milê bedenî ve zaîf, ew jinên ku bi tirsa canê zarokên xwe li çolan dikevin û dîsa jî bi rêbaztî ya bêwijdanî ve tên kuştin, rastî tecawizê tên, ew karên dermirovî bêberdel namîne. Lê belê tolhildana van hovîtiyan jî, ne tenê bêbandor kirina yek bi yek hoviyan e... Dê tolhildaneke wisa be ku, bi vî tolhildanê ve bêhna mirovahiyê jî vebe.
Ji ber ku bi mirina Rojava, ne tenê însan û nirx, em dikarin bêjin her çi tişt ku tekiliya wê bi însanetiyê ve heye, hemûya wan, bi sedema mirina Rojava, zirarê dibînin. Hemû ol, hemû bîr û bawerî... Hemû hêst û hemû exlaq... Hemû nêrîn, fikr, raman û zanyarî, dipelçiqe li Rojava.
Di nav van da zirara herî mezin jî, ya olê ye. Olên ku heta niha ji bo însanetiyê çi zanyarî, nesîhat, bîr û bawerî ji dinyayê re dane qebûlkirin, bi mirina Rojava diêşin, qedr û qîmeta xwe, rêzdarbûna xwe wenda dikin... Ji her tiştê wêdetir, li Roajava, yên ku derbeya herî mezin xwariye û dixwe, bîr û bawerî ya hebûna Xwedê ye, ji ber wê jî, ez bawerim û hîs dikim ku, êşa herî mezin jî, di dilê Xweda ya jorîn de jan dide.
Cankêşiya bîr û bawerî ya li Rojava, bi xêra van xirabiyan e. Aqîdeya pêxemberan, gotin û nesîhata wan, ayetên ku di nav pirtûkên wan a pîzor de bi hezaran sal xwe veşartîbûn û xwe gihaştin heta îro, diêşe... Pêxember bi xwe diêşin... Jiyana wan, gotina wan, fikr û pêşniyara wan, dîtin û nêzikatiya wan, sekna wan, şêwaza wan, yên ku em zanin di qonaxa ol'an de çi hatiye nivîsandin û çi şêwazê di dilê însanetiyê de ji xwe re cih girtine, hemû ew zanîn can dikêşe.
Lê çawa ku ji her xerabiyê re çare jî dîsa însan bixwe ye, wekî ku ji Serdema Navîn ya Awropa jî em dizanin, îro ji mirina Rojava re jî çare, serxwebûn a însanetî bixwe ye. Ez bibîr û bibawerim, dê ew "însanetiya mezin" rabe ser pî... Lê kêngî? Heke ne îro be gelo kêngî?...
An rabûna însanetiyê, an jî tevahî bi nirx û baweriyên xwe ve têkçûna însanetiyê!..