Belgefîlma ‘Las Ultimas Palavras’  (Gotinên dawî) ya derhêneriya vê Rita Ender dike, behsa  li Tirkiyê nifşên nû yên Cihûyan û asta têkiliya wan a bi ziman, çanda wan re dike. 

Rita Ender di çêkirina belgefîlmê de ji serpêhatiya xwe ketiye rê û xwestiye zimanê Ladîno çawa ber bi tunebûnê ve diçe nîşanî cîhanê bike.Ender ji bo xebatên belgefîlmê di serî de Stenbol, Îzmîr û li Bursayê bi Cihûyên ciwan re ketiye têkiliyê û yeko yeko bi wan re hevdîtînan pêk aniye.

Rita Ender diyar kir ku li gel 19 kesan hevdîtin kiriye, tenê yekê kariye baş bi zimanê xwe bipeyive, yên dinê tenê çend gotinan dizanîn. Rita di belgefîlma ‘Las Ultimas Palavras’ (Gotinên dawî) de girêdana vî zimanî bi civak û dîrokê ve nirxandiye.


‘Bi zimanê xwe nizanim’ 

Derhêner Rita Ender destnîşan kir ku ew gelek ji zimanê Ladino hez dike lê nikare pê biaxive, di nava xebatên belgefîlmê de ev ferq dîtiye û wiha domand: “Ev zimanê min ê dayîkê ye, lê weke min gelek ciwanên li Tirkiyê dijîn bi zimanê xwe yê dayîkê nizanin. Zimanê min çawabûye, dişibe çî, ji ku hatiye û mixabin ber bi ku ve diçe dizanim. Ez deng û axaftina vî zimanî dinasim û dizanim, lê ez baş nikarim hevokan çêkim û biaxivim. Ez hinek gotinan dizanim. Li ser wan gotinan ji bo tiştek bê kirin me serî li vê rêbazê da.”


‘Bi yên diçin re ziman jî diçe’

Rita bi lêv kir ku di sala 1930’an de li Tirkiyeyê bi kampanyeya “Vatandaş Türkçe Konuş“ re gelek ziman hatine tinekirin û wiha berdewam kir: “Ji wê demê heya niha ji bo ku li kolanan Cihû weke Cihû neyên pênase kirin xwe veşartine. Di salên 40’an de li hember zimanên bindest tundiyan dest pê kir, welatî ji tirsa tundî û bêmafiyan bi zimanê xwe newêrane bipeyîvin. Bi yên diçin re ziman jî diçe. Yê ku ziman zindî dihêle hînkirine, lê îro nayê hînkirin. Mixabin tenê ne li Tirkiyeyê li gelek deverên cîhanê ev rewş berdewam e. Nêrîna ciwanên Cihû li zimanê wan cihêreng e. Gelek ji wan hinek gotinên ji kal û pîrê xwe hînbûne di binhişiya wan de mane.”


Jinan ji mêr zêdetir parastiye

Rita anî ziman ku ji bo xebatên belgefîlm ew li gel 19 kesên temenê wan di nava 25-35’an de hevdîtin kiriye û wiha dom kir: “Ez li gel 10 jin û 9 mêran peyivîm. Taybetî min jimara jinan yek zêde kir, ji ber weke hemû zimanên dayîkê, di zimanê me de jî jinan zêdetir parastiye. Di dema kêşanê de her kesê qala jinekê dikir. Yan di xwarin çêkirinê de tiştek gotiye yan jî di gotinek xweşik a ji bo wan gotî de li bîra wan de cihê xwe girtiye. Ev normale ji ber ku li Tirkiyeyê piştî salên 1940 ji derve li nava bazaran û di rêyan de mêran dest bi axaftina Tirkî kiriye. Ji ber wê jî dema ku me mikrofon dirêjî mirovên wê demê jiyankirî kiribana dê teqez ferqek nava jin û mêran de derketibana pêş ji bo parêzvaniya ziman. Lê di nifşê me de pir zêde ev ferq nîne. Ji bo parastina vî zimanî pir ferq nava jin û mêran de nîne.”


HANDAN TUFAN/JINHA/ÎZMÎR