Kukuçoglû têkildarî kolandin û encaman de agahî da û got; “Em dibînin ku kenveşopiya gorran li Gobeklîtepeyê tune bû. Mînak, ji hilpişandina keviran mirov dizane ku ajalên dirinde yên weke kurtan (keçelok) li vir mirovan dixwazin. Em li vir dibînin ku li vir kevneşopiya gorristanan tune ye. Weke li Çatalhoyukê, kevneşopiya spartina rojê ya ji Serdema Neolotîkê maye, heye. Mirinan didanîn ber rojê û çûkên dirinde dihatin û wana dixwarin. Ev rêbaz li hin cihên Tîberê di demên nêzîk de jî hebûn.”
Kuçukoglû destnîşan kir ku 200 km dûrahî di navbera Gobeklîtepe û Kortiktepeyê de heye û got; “Li van deran, li Gobeklîtepeyê, miriyan didanîn ber rojê, çûkên dirinde dihatin û wana dixwazin. Lê li yê din di gorran de vedişartin... Di dema kolandinê de em li gelek cihan li rastî hestiyan tên. Yanî ev hestiyane ne di gorrên komî de, li derdorê hene, ev yek jî kevneşopiya spartina rojê nîşanî me dide.”
Ji sala 1993 heta li Gobeklîtepeyê xebatên kolandinê hene. Arkeologê Alman Klaus Schmidt demek dirêj li vir xebitî. Schmidt, Gobeklîtepeyê weke “supernova” pênase dike.. Girîngiya Gobeklîtepeyê ew e ku nîşan dide mirov 12 hezar berê, beriya şoreşa çandiniyê dest bi jiyana komelî dikin. Di wê demê de Riha bi temamî bi daristanên fisteq darên berû û maziyan nixûmandibû. Civata qebîleya ku 12 hezar sal li wir dijiya, perstgehek a çiya ku mirov tenê dikare di serdema Fîrewnên Misirê de bibîne ava kir. Cihê herî tî û bilind ê perestgehê tam 12 metre ye û kevirek bi qasî 50 tona ne. Di cîwaran de xaniyên bi ode hene. Odeyên xaniyan ên razan û xwarinê jî cûda ne. . Li gorî vedîtinan, di salonan de goştên xezalan dihat xwarin û li ser kevilên wan radizan. Ji odeyan dixuyê ku mirovên berê yên destpêkê têde mane. Jin bi zarokên xwe li ser nivînên mezin, zilam jî li ser nivînên biçûktir radizan.

ANF/RIHA