“Mirov çawa bike ku dengek were bihîstin? ...”

Haberleri —


Dr. Joanna Bochenska vî dengî wisa terîf dike: "Ȗ belku ne feryad ȗ ne jȋ fȋxan lê divê pistepist be? Ȗ belku jȋ carek feryad ȗ car caran jȋ pistepist lazim e? Ma bihȋstina dengȋ hema hema tê maneya fahmkirina wȋ? Ev pirs gelekȋ muhȋm in. Em divê fêr bibin çawa yekȋ pewist biaxive da ku yekȋ din jê fehm bike ȗ çawa yekȋ din divê guhdarî bike da ku peyvên mirovekî din fahm bike?…"
Ji bilî vê proje, çawa ku ji navê wê jî diyar e, ku wê li gorî perspektîfa postkoloniyal (a Edward Said e) li muxateb, diyalog ȗ berpirsyariyê binihêre. Joanna Bochenska vê berpirsiyariya zanista rojavayî weha dide nasîn "Zanist bȗ sebeba pêşxistin ȗ xurȗra rojavayê. Weku Friderick Nietzsche digot ´Xwedê mir´. Zanist hat cihê wȋ. Lê fȋlozofê polonȋ Jacek Filek peyvên wȋ biçekȋ sererast kirin ȗ pirsȋ ´ma Xwedê bi tesadufî mir; lê belku hat kuştin?´ (Filozofia jako etyka, 2001;s. 291). Yanî ji ber hêza zanistê mirov xwe azad ȗ mezin didȋt weku Rebê Alemê. Loma jȋ sinorên hukimdariya Wȋ nemabȗn ȗ zanist bȗ aletê hukimdaran."
Dr. Joanna Bochenska dibêje, ew ê ha li bersivên van pirsan û para berpirsiyariyê ya zanistê bipirsin û banga endametiya projeyî li kesên pêwendîdar dike. Ji bo agahdariyên berfirehtir mirov dikarin li malpera Lêkolînên Kurdî li Lehistanê binihêre:
http://www.kurdishstudies.pl/?sLang=ku

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.