RÊDÛR DÎJLE / MA / AMED

Kitêba nû ya helbestvan Berken Bereh “Çemê Baranê” ji Weşanxaneya Avestayê derket; kitêb li Pêşangeha Pirtûkan a 7’an a Amedê ye. Berken Bereh ê ji nifşê Tîrêjê ji 65 salên emrê xwe hema hema 40 sal terxanî helbesta Kurmancî kirine. Ew kitêba xwe ya nû Çemê Baranê bi van peyvan pênase dike: “Jiyan û çavdêriyên şairekî yên derheqê civaka wî de.”

 Ji bo Berken Bereh mirov dikare bibêje, “Helbest hebe ew jî heye.” Lewma jî ji bo wî helbest; li xakeke bi mişt êş û azar, tehde û kotekî bi hêla dilê xwe ya helbestî hestpêkirina bi hemû qewmînên civakî û yekparebûna bi dengê risteyan e. Ji bo wî helbest ku heger û sedema jiyanê ye; li gel bibîranîn, têkoşîn û şikestinan warê bextewarî, bêrîkirin, azadî, xwenasîn, rêwîtiya ber bi xwebûnê ve; lê ew war ew war e ku cihê zordest, serdest, serwer û nizanim kî û kê lê tuneye...

 Bereh bi Kovara Tîrêjê cara ewil di sala 1980’yî de di hejmara 2’yan a kovarê (hejmara yekê 1979´an derçû) de bi helbestên “Mîna gulekî êvelî ger bibihure jîna min” û “Ji ba me rê diçe xweşîtiyê” serpêhatiya wî ya helbesta Kurmancî dest pê kir. Di “Çemê Baranê” de careke din nîşan dide ka çawa bi helbestê re bûye hemhal û çawa bi hêla çandî, sosyolojîk û siyasî ya civakê, cihana xwe ya hestiyarî û ramanî diparzinîne û bi pênûsê dadiwerivîne ser kaxezê.

Helbest Berken dike Berken

Berken Bereh ku ji bo pêwendiya di navbera xwe û helbestê de jî dibêje “Helbest ji bo min ew war e ku Berken dike Berken” wiha dibêje, “Helbest ji bo min ew war e ku li wê derê Berken wekî dareke nû hatiye çandin û her roj tu av didî, paşê mezin dibe û kesên li wê derê dibihurin û diwestin xwe li bin siha wê datînin û ji fêkiyên wê dixwin. Aha! ji bo min helbest ev war e ku Berken dibe Berken.”

Berken Bereh di Çemê Baranê de di helbesta bi heman sernavê mîna ristên li jêr dibêje:

“...

û min...

dilê xwe hilawist

li gulya welatê xwe

...”