Lehiya sor diherike; li ber xwe tevahiya qirş û qalan, kirêtî û xerabiyan dimale. Ev lehiya sor serdemekê qufil dike û yeka nû vedike. Zayîn bi serê xwe tundî ye, şîdet e, xwîn e, jiyan e û carna jî mirin e. Ango mirin û jiyan tevlihev dibin, lê ya bi ser dikeve jiyan e û gerdûn jî her wisa diherike. Wek gotina; mamê necar razê wekî her car derd yek e û delîl hezar...Di maneya divê tu rênedî bêhêvitiyê, ma heta duh çiyê te hebû? Tu wek rebenekî, bêkes û bê desthelat bûyî. Lê vaye îro gelek berhemên te hene ku dijmin jî destê xwe yê qirêj dirêjî wan dike.
Berlîn paytexta Kurdan e jî
Saet di 24 ê êvarek ji êvarên Berlînê de nûçeya avêtina ser malên hevserokên Kurd Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag hêdî hêdî di bin ekranên tv yan de derbas bû. Ya rastî piştî girtina hevşaredarên bajarê mezin yên Amedê dihat payîn ku dê gavên berjortir jî biavêjin. Hevserokan jî gelek caran gotibûn ku îhtimala êrîşeke wisa ya bêbextî heye. Lê dîsa jî ev terora dewleta Tirk û ya dîktator Erdogan li gel pir giran hat.
Jin û zarokên nîvê şevê
Di nêv saetekê de bi sedan mirov ku di nav wan de jin, zarok, kal û pîr jî hebûn li navenda Alexanderplatzê ya Berlînê kom bûn. Riya navendî ya Alexê hat girtin; hêrs ê keleweca hezar salan xewna xefletê ya mirovên medenî! û di nav bihûşta bêedalet û bêexlaq de herimandin. Girseya ku bi saetan ew der asê kirî, piştre heta qada navendî ya Brandenburger Torê meşiyan.
Dem dema rabûnê ye
Di van kêliyên man û nemanê de pirî caran sûretên veşarî yên mirovan li ber çavên mirovan dikevin. Gelek kesên ku her dem nayên dîtin di nîvê şevê de li qadan in û mîna ku bêjin; êdî roj ne roja bê xîretiyê ye, wisa didin pêşiya girseyê. Di tabloya duh êvarê ya li paytexta Elmanya Berlînê de derket holê ku bi çêlikê gurî re jiyan û parvekirina şaristaniyê ne pêkan e. Lê çewsandin û têkbirina doza jiyana azad a gelê Kurd û Kurdistanê jî ne pêkan e. Ne pêkan e ku roj bê nixumandin û cewhera jiyanê bê rawestandin, lê pêkan e ku dewleta Tirk a dagirker jî mîna bav û kalên xwe yên barbar biçe ser sergoya dîrokê...
Hêvî xurt e serkeftin ne dûr e
Hîn bêtir tevlibûn û têkoşîn divê...Wekî din ew çi dikin bila bikin, dê her xizmeta têkoşîna pîroz a azadiya Kurdistanê û mirovahiya pêşverû bike. Di vir de ezmûna herî girîng jî ya cîhana serdest e. Cîhana ku di sala borî de herî zêde çekan firotine barbaran dê li ber gelê pêşverû çok bide û li hemberê dîrokê bi rûreşiyê bê darizandin. Serketina mirovahiyê misoger e lê mirina hevlanbend û hevkarên dewlata Tirk a mijokdar jî her wisa ye...