MÛHAMMED HUSEYÎN
ANF/ŞEHBA
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi rengekî bê sînor hovitiyê dike. Yek ji niştecihên Efrinê dibêje: “Li nava mala min çi hebû bi xwe re birin. Derî, pace, qeblo bi xwe jî jê kirin û birin. Mala min ji xwe bi temamî xera bûye. Jinan direvînin.“Talan, dizî, komkujî, destavêtin, destdirêjî û wêrankirina sirûştî ku dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete li Efrînê dike, roj bi roj zêde dibe. Malbatên ku zilma dewlet û çeteyên Tirk dîtine, mirinê didin pêş çavên xwe û hewl didin ji Efrînê birevin. X.H. jî yek ji wan Efrîniyan e ku 3 meh berê barbariya dewleta Tirk li Efrînê dît û xwe jê rizgar kir. X.H. ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re qala bûyerên beriya niha bi sê mehan kir ku li Efrînê bi serê wan ve hatine.
Mala min bi erdê kirin yek
X.H. diyar kir ku li navend û gundên Efrînê êdî derfetên jiyanê ji gel re nehatine hiştin û got, wan jiyana li nava şert û mercên zehmet qebûl kirine, lê belê qebûl nekirine ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bijîn. X.H. anî ziman, ew tevî hevser û zarokên xwe 3 mehan li gundê Maratê yê Efrînê mane û wiha qala zilmê kir: “Bi balafiran li mala min dabûn. Mala min bi erdê re kiribûn yek. Berî 3 rojan ji Efrînê derketim.
Me dît ku zilm heye, xiyanet heye, mirovan dişewitînin, dest datînin ser her tiştên mirovan, êşkenceyê li mirovan dikin û pereyan dixwazin. Ez girtim û 10 rojan di hepsê de hiştim. Malek kiribûn girtîgeh. Êşkence li min kirin. Ji bo xwe rizgar bikim min soz da wan ku ez ê pere bidim wan. Bi şertê ku 5 roj piştî berdanê ez ê 5 hezar dolarî bidim wan, ez berdan. Lê belê pereyê me tine bûn. Karê me jî tine bû. Rê girtî bûn. Çi bi mirovan re hebû ji wan distandin. Qiruşekî te jî hebe, eger berdêla wê kuştina te be, dîsa jî ji te distînin.”
Bila çol be lê bila ne ev hal be
X.H. diyar kir ku di nava 5 rojan de ew tevî dayik, bav, hevser û zarokên xwe ji Efrînê reviyan û wiha dewam kir: “Bavê min 80 salî, dayika min 70 salî û zarokên min biçûk in. Zarokên min di rê de birçî û tî man. Me her tişt da pêş çavên xwe. Em dixwazin êdî dengê me bê bihîstin. Em li ber gund, bajar û erdê xwe ne, lê ji tirsa nikarin biçin wan deran.
Divê dewlet û saziyên însanî yên navneteweyî li pêşberî vê yekê bêdeng nemînin. Em niha li kampa Serdemê ne. Serê me li vir rehet e. Lê belê ew der mal û erdê me ye, em lê ne rehet bûn. Em vê çolê qebûl dikin, lê jiyaneke welê qebûl nakin. Em dixwazin ev yek were dîtin. Em dixwazin ev zilm û dagirkerî were dîtin.”
Li Efînê dizî û êşkence hene
X.H. anî ziman ku hema bêjin li her gundî bi dehan jin hatine revandin û piraniya wan nehatine vegerandin. Bi dewamî X.H. got, “Her Kurdê li Efrînê mayî, li gorî wan Apoyî ye. Mirovan diavêjin nava bîrên avê. Pitikên hîn ji dayik nebûne dikujin. Çi eleqeya wan bi Apoyî, bi Kurdîtiyê re heye? Daran jî dibirin. Li Efrînê êşkence, dizî, her tişt heye. Li wê derê, li gel dewleta Tirk dizî tiştekî normal e.
Li nava mala min çi hebû bi xwe re birin. Derî, pace, qeblo bi xwe jî jê kirin û birin. Mala min ji xwe bi temamî xera bûye. Jinan direvînin. Li gelek gundan jinan direvînin û tenê yek ji 20 jinan ancax dikare vegere. Hemûyan ji xwe re dibin. Ev hemû tespîtkirî ne. Her tiştên wan, dîn û îmana wan pere ye.”
Li her gundî girtîgehek çêkirine
X.H. ragihand, dewleta Tirk tevî çeteyên xwe dest datîne ser pereyên gel û got, “Ji bo pereyan ji mirovan bistînin jî wan sûcdar dikin. Dibêjin, ‘tu bi rêxistinê re yî, tu ji bo wan dixebitî, tu yê 5 hezar dolarî bidî, 7 hezar dolarî bidî‘. Ne kar ne jî pereyê me hene. Em ê ji kû bînin? Heywanan dikujin, xwezayê wêran dikin, zarokan dikujin, kal û pîran dikujin, wan digirin. Dema ku me ji wan re digot, ‘pereyê me nîne’, wan jî digotin ‘hepsa me baş e, heta tu pere bibîne, tu li hepsê bimîne’.
Li Efrînê hepsxane niha dagirtî ye. Li Maratê hepsxaneyek hebû, niha 300 kes lê ne. Li Merê hepsxaneyek heye, zarokên ku bi mehan e winda ne û malbatên wan lê digerin li wê hepsxaneyê ne. Ev tenê ew ên ku ez pê zanim. Gelek kes jî kuştine. Li her gundî ji xwe re hepsxaneyek çêkirine. Bûyerên li Efrînê diqewimin cihê şermê ne.”
Bi dehan zarok kal û pîr kuştin
X.H. bi bîr xist ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi bahaneya YPG/YPJ’ê êrîş bir ser Efrînê û got, “Ya ku dikin teror e. Gelo pitika hîn di zikê dayika xwe de ye YPG û YPJ’yî ye? Ji bo malên hatine hilweşandin, darên hatine birîn, heywanên hatine kuştin wê kîjan bahaneyê bibînin? Her kesî dît, bi dehan zarok, kal û pîr hatin kuştin.
Li Efrînê çi hebû hemû tine kirin. Tiştekî xweş nehiştin. Hedefa Erdogan ne tenê YPG/YPJ bû. Hedefa wî qirkirin bû. Komkujî bû. Ev yek jî kir û hîn dike. Divê dewlet û saziyên însanî yên navneteweyî bêdeng nemînin. Divê her kes vê zilmê êdî bibîne û çareyekê jê re peyda bikin. Ne mal bi me ve ma, ne jî bexçe û darên me. Em tiştekî ji kesî naxwazin. Em tenê jiyana xwe ya berê dixwazin.”