Ev der li bakûrê Rûsyayê gundê Oymyakon e. Li vir di sala 1926’an de pileya termometrayan ketiye heta -71,2’yî ku di bakurê gerdûnê de heta niha seqema herî dijwar e. Navê gund tê wateya ‘Ava naqerisê’ ji ber ku her çikas sar jî be avên li dora wê naqerisin. Ji ber vê yekê jî mirov cara pêşî di sala 1930’î de ji bo koviyên xwe av bidin hatine vir. Piştre rayedarên Rûsî penabêran li vir bi cih dikin û jiyana mirovan ji hingî heta niha li vir didome û ev der îroj malovaniya 500 kesî dike. 

Ji ber berfa her û her li erdê ye, niştecihên vir nikarin çandiniyê bikin. Loma jî xwarinên wan piranî goşt û masî ne. Li gund tenê dikanek heye û herkes neçar e ji wir danûsitana xwe bike. Rojinan pile dikeve bin sifirê heta 48’an û van rojan masî hişk û hola dibin û li ser dezgehên firotinê li ber hev tên rêzkirin. Di malên gund de kes nikarê pergala avê raxê û destşokên xaniyan jî ji derve tên çêkirin. Rojên ku pile dikevê di bin sifirê de heta 52’yan, dibistan dikevin betlanê. 

Her çiqas ji ber derfetiyê cureyên xwarinê kêmin jî gundî ji aliyê tenduristî ve baş in. Mirovên zanyar vê tenduristiya baş  bi vexwarina şîrê koviyan ve girê didin. Ji ber ku ew şîr xwedî gelek vîtamîn e. Mirovên vî gundî li gor derfetên xwe jiyanek pêkan ava kirine û her ku berf dibere ew jî bi dil germiya xwe liberxwedidin. 


FRANFURT