Bi pêşketina pîşesaziyê re herêmên ku mirovan xwe negihandine wan, roj bi roj kêm dibin. Ji sala 1993’yan ve di nava 16 salan de zêdeyî 3 milyon kîlometreyên çarçik, herêma xwezayî ji holê rabû. Yanî herêmeke bi qasî Hindistanê mezin ji aliyê mirovan ve hate talankirin. Li ser herêmên ku mirovan dest nedane wan jî lêkolînek hate kirin. Di encamê de eşkere bû ku ji sê parên herêmên xwezayî yên tên parastin 2 li 5 welatên mezin in. 70 ji sedî yên van deveran li Rûsya, Kanada, Awustralya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Brezîlyayê ne. Li gorî lêkolînê, herêmên xwezayî yên ku heta niha mirovan dest nedaye wan, bi hinceta ‘hilberînê’ wê di demeke kin de bên talankirin. Jixwe, Rûsya, DYE û Brezîlya di vî warî de tedbîrên cidî nagirin. Rêxistina Parastina Jiyana Xwezayî (WWF) beriya niha raporek weşandibû û diyar kiribû ku ji sala 1970’yî heta sala 2014´an 60 ji sedî yê herêmên xwezayî ji aliyê mirovan ve hatine talankirin. Li gorî kovara Natûre, herêmên xwezayî yên ku mirovan dest nedaye wan, di nava sed salan de gelekî kêm bûne. Mirovan heta niha xwe negihandiye herêmeke 23 ji sedî ya erdnîgariyê. Ev rêje di destpêka sedsala 20’an de 85 ji sedî bû.

 

NAVENDA NÛÇEYAN