Li gundê ku nêzî hezar û 500 nifûsa wê heye, ev demek dirêj e ji bo çareseriya pirsgireka avê serî li rayedaran didin. Tê gotin ku rayedaran soz dane ku ew ê pirsgirêka ava vexwarinê ya gundiyan di sala 2011'an çareser bikin, lê çareser nekirine. Ji ber vê jî li gel hemû zehmetiya zivîstanê ji 7 salî heta 70'ê salî gundiyan neçar dimînin ku her roj çend caran bi pêya biçin ser kaniyê û bi bîdonên ku li ker û erebokên xwe bar dikin, pêdiviyên xwe bibînin. Zehmetiya pir jî wekî di her karî de cardin jîn dikişînin.

'Kişandina avê bû îşkence'
Ji gundiyan Îbrahîm Çîftçî diyar kir ku her havîn rayedaran ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê soz didin wan, lê dema zivîstan tê wan ji bîr dikin. Çîftçî da zanîn ku ji bo avê her roj bi kîlometreyan rê diçin û wiha got: "Em di rewşekî xerab de ne. Ji ber hewa sar e em nexweş dikevin. Ji me re gotin em ê îsal pirsgirêka we çareser bikin, lê hêj çareser nekirine. Kişandina avê ji bo me bûye wekî îşkenceyê. Êdî em jî nizanîn em ê çi bikin. Divê ji bo vê pirsgirêka me çareseriyek bê dîtin.

Ji gundiyan Halîme Kaya jî diyar kir ku zehmetiya herî mezin ew jin dikşînin û derbirî ku ji ber avkişandinê zarokên wan nexweş ketine. Kaya, her wiha da zanîn ku ew ji bo avê carinan li ser kaniyê bi seatan dikevin dorê.

AGİRÎ