Ev biwêj, ne ji bo şîrê normal tê gotin. Ji bo mirovên bêbext û telaqreş tê gotin.
Min jî, ji bo rayedarên AKP’ê, ku teva li ser du lingan dimeşin,  lê ji bo gelê Kurd gotineke xêrê nabêjin  bikar anî. Ji ber ku AKP tevahiya gelê Kurd kiriye hedefa xwe. Ez behsa “gel” dikim. Dema gotina “gel” tê bi kar anîn, cemawer bi gotina erebî “millet” tê bîra mirov. Gel millet, cemawer koma mirovan e û koma mirovan ziyaret e.
Desthilatdariya AKP’ê, wek pêşengê misilmanan hereket dike, mixabin, li hemberî sax û miriyên Kurd, bêrêz e. Mirovê ku li hemberî sax û miriyan ne birêz be, tenê dikare ji xwe re bibe misilman û di çarçoveya mirovê (kâmil halîsane û xwedî baweriya tevhidê) nayê qebûl kirin.
Ji roja 3’ê mijdara 2002’an, dema AKP hate ser desthilatdariyê û heta îro, derbarê pirsgirêka Kurd de,yek gava dilsoz û ademî  ne avêtiye. Di her gotin, di her kiryar û gava derbarê pirsgirêka Kurd de,  bêbextiyek, telaqreşiyek û teşqeleyek heye.
Bi vê mebestê min gotina “şîrheram” bikaranî. Lê dixwazim bêjim ku, min ev gotin ji bo kesan bikar ne anî, bila xwendevan biryarê bidin û layiqî AKP, û rayedarên AKP’iyan bibînin.
Piştî ku pirsgirêka parlamenterên di girtîgehan de, bi gotina serokwezîr Tayyîp Erdogan rakirin beltikê, parlamenterê AKP’ê yê Mêrdînê Abdurrahman Akdag jî,  tevlî telaqreşiyên partiyan xwe bû.
Lê berî gotinên parlamenterê Mêrdînê, dixwazim bêjim ku Tayyîp Erdogan di civîna dawî ya Konseya Rêvebir ya AKP’ê de, vê carê, şaredariyên Wan, Şirnex, Mêrdînê jî li Amedê zêde kirin û ferman da  ku wan bajaran bistînin.
AKP, bi qirkirina siyasî dixwaze ku gelê Kurd parçe bike, bê serkêş û leheng  bihêle, piştre dagir bike. Erê Kurdistanê careke din dagir bike. Yanî dagirkeriya siyasî…  Ji aliyekî ve esker li herêmê kom kirine, ji aliyê din ve polis û kontra li herêmê terorê dimeşînin. Ji xwe meşrû-kirina AKP’ê jî diyar e. Parlamenteriya Hatîp Dicle xesp kirin, parlamenterên BDP’ê jî ji girtîgehê dernexistin. Parlamenterên girtî yên CHP û MHP jî, ji bo ku parlamenterên BDP’ê derneyêxin, girtî hiştin. Yanî meşruiyeteke kanunên faşîzan û kiryarên faşîzan heye. Bi vê mebestê AKP li hemberî gelê Kurd û pirsgirêka Kurd şîrheramiyan dike. Bêguman partî bi mirovan tê ava kirin û tê meşandin. Lê kiryar û buyer jî bi mirovan çêdibin û derdikevin e holê. Dema ku kiryar û buyer ji kanunên insanî û civakî dûr bin dibine şîrheramî.
Niha jî em hinekî behsa parlamenterê AKP’ê Abdurrahman Akdag bikin. Ev ciwamêr,  yek ji pêşengê 10 hezar mele û 17 hezar mamostayên li Kurdistanê werin bi cih kirin e. Di Komisyona Mafên Mirovan ya Parlamenê de cih digire û yek endamê  ji Komisyona ku ji bo komkujiya li Qilebanê çû Roboskê ye. Dîse ev ciwamêr, di  22 Çileyê 2012an de,  li Dêrikê axivî û got, “Partiya me AKP wê bûyera (ne komkuji) Roboskî ronî bike.” Herî dawî jî, bi armanca ku serê komên xelkê tevlîhev bike, mijareke ku berî niha gelek caran hatiye azmune kirin,  avête hole û got; “eger atmosfereke aştiyane were amade kirin, dikare efuyek werê rojevê” û berê 300-400 pêşengên PKK’ê da dewletên sêyemîn, yanî berê wan da riya çûn û ne hatine.
Li hember van gotinan pêdiviya şîrovekirinê nine û gotina “şîrheram” para kê dikeve, ji xwendekaran re dihêlim. Gelo Abdurrehman Akdag bi kîjan hişemdniyê û bi kîjan mafî û li se rnavê kê vê pêşniyazê dike? 
Hinekî vijdan, hinekî ademiyet, hinekî maquliyet, hinekî peyman û kanunên civakî û mafên islamiyeta ku bi pîrozî li cemawer dinêre.
Misilmantî ne tenê ya Erdogan e û ne tenê ya Fetul-munkir e.