Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Cahid Hesen got, hilbijartin gava sereke ya ku avakirina civakeke demokratîk ji gelê Bakurê Sûriyê re misoger dike.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Hesekê û gundên ser pê ji bo şîrovekirina girîngiya hilbijartinan, civînek li dar xist. Civîn li salona Silko bi beşdariya Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Cahid Hesen û bi dehan şêniyên bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Cahid Hesen got, komîn esasê avakirina civaka demokratîk in û gel dikare bi riya komîn û meclîsan xwe birêxistin bike.
Wê bên şopandin
Hesen anî ziman ku dema nazmetiyê bi dawî bû, kartên hilbijartinan hatin belavkirin û wiha domand: "Em ber bi pêngaveke girîngtir ve diçin, pêngava hilbijartinan û parastina destketiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatin bidestxistin". Hesen di dawiya axaftina xwe de got, wê hilbijartin ji aliyê kesên pê bawer ve bên, şopandin.
Civîn bi nîqaş û pirsên li ser hilbijartinan, bi dawî bû.
ANHA/HESEKÊ