Di festîvala filman a Douarnenezê de di nava mijara sereke ya Kongoyê de li ser têkoşîna Kurdan, Konfederalîzma Demokratîk û di Şoreşa Rojava de cihê jinê film hatin nîşan dan û semîner hatin organîzekirin.
Li bajarê rojavayê Fransayê Douarnenezê ev 41 sal in ku bi awayekî ji rêûresmê festîvala filman tê li dar xistin. Mijara îsal a festîvalê miletên Kongoyê, têkoşîna li dijî nijadperestiyê ye. Lê tevî vê jî cihê şoreşa Rojava di nava bernameya festîvalê de heye. Di çarçoveya festîvalê de semînera bi navê Konfederalîzma Demokratîk û Jinên Kurd hat organîzekirin û filma Keçên Êgir (Filles de feu) jî hat nîşandan. Festîvala ku 18´ê Tebaxê destpê kir wê heta 25´ê Tebaxê dewam bike.
Di çarçoveya festîvalê de filmên serdema kolonyalîst, yên berxwedanê, yên dîrokî yên weke, Lumumba, Mirina Pêxemberekî (1991), Kînşasa, Îlona Tarî (1992), Dadgeha Kongo (2018) tên nîşan dan.
Di nava festîvalê de têkoşîna Kurdan
Hasil, bi organîzasyona Amitiés Kurdes de Bretagne (Komeleya Dostaniya Kurd a Brotanyayê), semîner pêk hatin li ser mijara "Konfederalîzma Demokratîk û Jinên Kurd". Semînera yekem şemiya bihurî danê sibehê, bi sernavê 'Jineolojî' û 'Jinên Kurd' hat lidarxistin. Li hola MJC´yê semîner bi beşdariya nûnerên Tevgera Jinên Kurd-Fransa (TJK-F) û Tevgera Neteweyî ya Jinên Kurd bi rê ve çû.
Li ser navê TJK-F´yê Hazal Karakus peyivî û îşaret bi îdeolojiya rizgariyê ya jinên Kurd û cihê jinê di Şoreşa Rojava de kir. Beşdarên Fransî û Breton jî bi elaqeyeke taybet guh li axaftinan girt.
Derhêner, wênegir, siyasetvanan got Rojava
Heman rojê piştî nîvrojê, belgefilma derhênerê Broton, Stéphane Breton a bi navê Fille de feu (Keçên êgir) li hola filman a Douarnenezê hat nîşandan. Piştî nîşandana filmê serokê Komeleya Dostaniya Kurd a Tony Rublen, ji wênegirên serbixwe Gael Le Ny, Francais Legeait û li ser navê TJK-F´yê adina Hazal Karakus peyivîn.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser têkoşîna jinên Kurd, hewldanên dewleta Tirk ên qirrkirineke din li dijî Şengalê û bêhelwêstbûna dewletên rojavayî hat rexnekirin. Qisekeran bersiva pirsên guhdaran jî da,
Siberojeke din ji bo Kurdistanê?
Di semînera roja yekşemê de jî piştî nîvrojê saet 15´an li hola MJC´yê bi beşdariya gelek qisekeran Konfederalîzma Demokratîk hat minaqeşekirin û danasîn. Nivîskarê pirtûka, "Un autre futur pour le Kurdistan?- Municipalisme libertaire et confédéralisme démocratique (Ji bo Kurdistanê siberojeke din? - Şaredariya azadîxwaz û konfederalîzma demokratîk)" Dr. Pierre Bance, li ser navê nûneriya Buroya Rojava ya Parîsê Baker Alkurdo, ji Hewldana jinê ya femînîst Elodie Pantigny û endamên heyetên çûyî Kurdistanê jî di semînerê de axivîn. Di axaftinan de bi berfirehî hat daketin bi mjarên Konfederalîzma Demokratîk, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna li dijî DAIŞ´ê. Beşdaran bersiva pirsên guhdaran da û qisekeran peyama hevpar da a ku dibêje, Konfederalîzma Demokratîk misogeriya parastina tevahiya gel û baweriyan e.
Festîvala filman wê nexasim jî bi nîşandana filmên li ser Efrîkayê, nexasim jî Kongoyê û têkoşînên cihê yên azadiyê li vî welatî heta 25´ê Tebaxê dewam bike. DOUARNENEZ