Misrê xeta sor danî
Rojnamevan Ersîn Çaksû di nivîsa xwe ya ANFê de qala rewşa li Lîbyayê dike, qala hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina hin welatên li parzemîna Efrîkayê dike û dibêje, piştî ku Serokkomarê Misrê Evdilfettah Sîsî, 'Sîrte û Curfa' weke 'xeta sor' ragihand rewş ket qonaxe nû.
Çaksû bi bîr dixe ku Generalê Artêşa Neteweyî ya Libyayê Akîle Salih 6'ê Hezîranê li Qahîreyê bi Sîsî re rûniştiye û biryar dane agirbestê pêk bînin û çareseriyeke siyasî bimeşînin, lê dewleta Tirk û çeteyên alîgirê Tirkiyê ragihandin ku ew agirbestê qebûl nakin û bi mebesta ku Sîretê û Curfrayê bi dest bi xin êrîş dane destpêkirin.
Li ser vê jî pêr Sîsî sinyal da û hişyarî kir ku wê destwerdana leşkerî li rojhilatê Libyayê bikin.
Sîsî got heke UMH ango çeteyên dewleta Tirk êrişê bibe ser Sîrtê Misir wê rasterast tevlî nav şer bibe û fermana 'hazir bin' da artêşê.
Çaksû li ser mijarê li fikra çavdêrê Siyasî Mihemed Rebî yê Misrî jî dipirse û ew qala bandora daxuyaniya Sîsî di nava raya giştî ya Misrê de dike û dibêje, ''Tevgera dewleta Tirk a li herêmê û armancên wê hemû raya giştî dibîne. Ji ber vê daxuyaniyên Serokkomar Evdilfettah Sîsî fikrên gelê Misrê û raya giştî ye.''
NAVENDA NÛÇEYAN