Gava em behsa rewşa çandî û siyasî ya beşekî Kurdistanê bikin, kîjan dibe bila bibe û bixwazin wê ji hemû aliyan ve ronî bikin, emê nikaribin vê mijarê tenha di çerçoveya wî beşî de bihêlin. Ji ber ku bandora her beşekî, li gor demên dîrokî, kêm yan zêde li beşên din bûye. Di bingehê de Kurdistan yek welat e, gelê Kurd yek gel e û ev sînorên ku hene, sînorên siyasî ne.
Rast e ku piştî têkçûna serhildanên Kurdan (ji Ubeydullah Neyrî de bigire heya bi Koçgîrî, serhildana neteweyî gewre bi rêveberiya Şêx Seîd Pîran, şerê Agirî û serhildana Dêrsimê) li Sûriyê tevgereka çandî û neteweyî nûjen xuya dike ku em dikarin navê "Dema Hawarê" lêbikin. Ev "Komika Hawarê" li tenîşt komikên weke wê li Başûr û Rojhilat dibe destpêka tevgera neteweyî Kurdî a nûjen. Bi gotineka din "Komika Hawarê" bi taybetî ji bo Bakur û Rojava wek destpêka tevgera çandî û neteweyî ye. Gava em bi hûrbînî li xebata "Komika Hawarê" û kesayetiyên wê temaşe bikin, emê bibînin ku piraniya wan endamên tevgera Xoybûn bûne û rola wan di serhildanên Bakur de, bi taybetî jî serhildanên 1925 û 1930/31'ê gelek xurt bûye.
Sê şopên siyasî-neteweyî
Kovara Hawar li Sûriyeyê dihate weşandin. Ji aliyê erdnîgariyê ve Hawar li ser kontoya Rojavayê Kurdistanê tê qeydkirin. Lê belê, gava em li kesayetiyên Hawar û nivîskarên wê temaşe dikin, em dibînin ku piraniya wan ji Bakurê Kurdistanê ne. Hawar, bi mijarên xwe yên siyasî, çandî û civakî dibistaneke serbixwe ye. Gava em bi hûrbînî gotarên di Hawar de hene bixwînin û bi nivîskarên wan re di nîgareka berfireh de bidin ber hev, emê bibînin ku di Hawar de sê şopên siyasî-neteweyî aşkere û xuya hene:
a) Şopa Navîn - Xêza Neteweyî-Gelemper: Piraniya gotarên Hawar di vê şopê de ne. Nimayende û temsîlkarê vê şopê di serî de rêveberê kovarê û kesayetiya herî bi bandor Mîr Celadet Bedirxan e. Gotarên Mîr Celadet ji yên din hemiyan bêhtir in. Wî ne tenha bi navê xwe yê şexsî, wek Mîr Celadet Bedirxan gotar nivîsandine, bi navên din jî wek "Herekol Ezîzan, Bavê Cemîd û Sînemxanê û hwd." nivîsên wî di kovarê de hene.
b) Şopa Çepgir: Li gor têgihîştina Kurdan ya siyasî, em dikarin navê vê şopê wek "Şopa Şoreşger" jî bi nav bikin. Nimayendeyê vê şopê Osman Sebrî ye. Hê di wê demê de ji nivîsên wî xuyaye ku ew di kîjan şopê de diçe. Osman Sebrî, xwediyê wê baweriyê ye ku ne bi têkoşîn û berxwedanê be, emê nikaribin bigihînin armancên xwe; wek ku Kurd dibêjin: "Zor zane, devê tivinga mor zane". Piştî dema Hawar jî, Osman li ser vê şopê diçe, di heps û zîndanan da û li ber dadgehên dijmin bi mêranî û cegerdarî radiweste. Hevalên wî di zîndanan de, yên ku nikarin li ber xwe bidin û di bin îşkencê de têk diçin, wî sûcdar dikin ku helwesta wî pir hişk e. Kesayetiya ku Cegerxwîn di helbesteke xwe de dibêje: "Ez im ew Kurdê serhişk û hesin, îro jî dijmin ji min ditirsin", em dikarin bêjin ku kesayetiyên wek Osman Sebrî ne. Helbet, ev helwestên wî di nav gel de li Rojava bêhtir têne piştgirîkirin.
Wek çawa li tenîşta her şopeka siyasî çep, herdem şopeka çep a radîkal jî heye, di Hawar de tiştekî wisa jî xuya dike. Di wê demê de, nimayendê vê şopê Nureddîn Zaza ye, ku wê hîngê hê xortekî ciwan bû. Li welatên din jî ev şopên radîkal bêhtir di nav ciwanan de peyda dibin. Taybetmendiya van şopên radîkal jî ew e ku piştî demekê yan ji dika siyasî wenda dibin yan jî diçin aliyê baskê rast. Wek nimûne; em dikarin tevgera "Uçêka" ya gelê Kosovo bi nav bikin. Me dît çawa ew ji tevgereke çepa radîkal hate guhertin û bû dosteka Amerîka ya here xurt li Balkanan. Wisa Nureddîn Zaza jî piştî dema Hawar, li ser vê şopê naçe. Ew di tevgera siyasî de li Rojava, ya piştî deh salên pêncî (1958 heya 1965) di şopa navîn de cih digire û demeke ne kurt, dibe Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd a li Sûriyê. Piştî derketina wî ji welat û dema jiyana wî li Swîsreyê di bin bandora Kamiran Bedirxan de mirov dikare helwesta wî ya siyasî bêhtir li baskê rast bibîne.
c) Şopa Rastgir (Bi maneya siyasî û civakî; yanê konservativ): Nimayendeyê vê şopê di Hawarê de Kamiran Bedirxan e. Wî di Hawar de bêhtir gotarên li ser tefsîra Qur'anê û hedîsên cenabê pêxember nivîsandine. Ne ku em vî karê wî baş nabînin, lê gotineka me Kurdan heye dibêje; "Çi bi çerçî re heye, wî difiroşe". Dibêjin carekê ji Kamiran Bedirxan re gotine; "Te çima bêhtir li ser tefsîra Qur'anê û hedîsên cenabê pêxember nivîsandiye?" Wî gotiye; "Min xwestiye ku Kurd rastiya Îslametiyê binasin. Mebest û armanca wî bi vê bersivê çi dibe bila bibe, bila ev ji dîrokê re bimîne.
Di dema xwe de bandora Hawar pir bi sînor ma
Gelek mixabin ku kovara Hawar di dema xwe de ne li Bakur û ne jî li Rojava di nav gel de belav nebûye û ji lewre, bandora wê pir bisînor maye. Helbet sedemên belavnebûna wê pir in; sedemên siyasî û sedemên civakî-çandî ne. Wek ku tê zanîn, dagirkerên Kurdistanê heya demeka ne dûr, berhemên bi Kurdî û berhemên bi zimanên din jî ku bi awayekî bi doza Kurdî ve girêdayî bin, bi tundî qedexe dikirin. Pir caran dîtina pirtûkekê li ba kesekî dibû sedema sezayên giran û zindankirina bi salan. Ji hêla din ve ji ber sedemên civakî-çandî, piraniya Kurdan ne xwende bûn û hê bi ser de, bi Kurdî û bi tîpên Latînî jî hema hema kesekî nedizanî. Ji ber van sedeman, di dema xwe de bandora Hawarê li cemawerên gelê Kurd pir sînordar bûye.
Weşandina Kovara Hawar di 1943'an de tê rawestandin. Piştî derketina Sûriyeyê û Libnanê ji bin desthilata koloniyalîzma Fransî, êdî serdarên Ereb, heya ji wan tê rê nadin weşanên Kurdî. Kovara Ronahî jî ku li Beyrûdê dihate weşandin, tê rawestandin. Piştî mirina Mîr Celadet Bedirxan di qezayeke bêbext de, xebatên Bedirxaniyan yên çandî û siyasî li Sûrî bi dawî dibin. Kamiran Bedirxan diçe Fransayê û xebata xwe li wir berdewam dike.