Malbatên Karaoglanyan û Saroyan ên Bedlîsî di sala 1905’ê de ji ber Qirkirina Ermeniyan direvin û bi hezar û yek derd û belayan xwe digihînin Californiayê. William Saroyan di sala 1908’ê de li wir ji dayîk dibe. Di sê saliya xwe de bavê xwe wenda dike, dayîka wî neçar dimîne ku kurê xwe bide êtîmxaneyekê. Saroyan li vir mezin dibe û bi karkertiya kolandina gorran û rêyên hesinî dest bi jiyana asayî dike.
Dema Saroyan dest bi nivîsandina çîrokan dike, di wêjeya Amerîkayê de cihek taybet digire û para xwe ji çanda populer a Amerîkayê digire. Yekem çîroka wî di kovara wêjeyî bi navê Story (çîrok) de tê weşandin. Di sala 1934’ê de jî yekemîn pirtûka wî tê weşandin, di heman salê de pirtûka wî li Amerîkayê dibe pirtûka herî zêde tê firotin. Di sala 1939 hêjayê Xelata Pulitzer hate dîtin, lê vê xelatê wernagire.
Di tevahiya jiyana xwe de zêdetirê 60 pirtûkan nivîsand. Beşek ji pirtûkên wî bi edîtortiya Azîz Gokdemîr, ji aliyê Weşanxaneya Arasê ve li Tirkiyeyê hatin çapkirin.
Saroyan tezî “Saroyanesque” diyarî wêjeya Amerîkayê kir. Jiyaneke pir bil ez jiya, Saroyan di salên xwe yên dawiyê de hate Parîsê, lê tu carê Bedlîsê ji bîr nekir. Li ser Bedlîsê çîrok û lîstik nivîsand. Beriya bimire çû Bedlîsê û xwest malxala xwe Karaoglanyan û Saroyan bibîne. Saroyan di sala 1964’ê de vê xweziya xwe bi cih anî
Saroyan di pûşpera 1964’ê de dikeve ser rêya Saroyanê û di wê demê de ji rojnameya Cuhmuriyetê Fîkret Otyam û Yaşar Kemal û hin kesên din hevrêtiya wî dikin. Saroyan, li ser rêya xwe ji her zindiyên tên pêşiya xwe re dibêje “warê min” û silav dike. Li ser rê kûsiyek jî derikeve pêşiya wan û dibêje “Ew jî Bedlîsî ye”, ji wesayîta xwe peya dibe û kûsiyê li ser rê radike û dideyne kêleka rê.
Ermenî wiha mast dixwin
Fîkret Otyam, ji bo vê ger û geşta Bedlîsê ji 31’ê gulan heta 7’ê pûşpera 1964’ê rêze nivîsek di rojnameya Cumhuriyetê de dinivîsîne. Li gorî nivîsên Otyam, Saroyan her tim pesnê Bedlîsê dida û got; “Bedlîs di nava çiyayan de ye. Li çiyayê te kulîlk hene, ewlan, ewlan. Mêş difirin… rûbar diherin ji newalên te. Sûra Îskender li kêleka bajêr e…”
Saroyan beriya bigihe Bedlîsê hema bêje li her gundî peya dib e û silav dide gundiyan. Li gundekî nanê xwe hûr dike nava mast û dest bi xwarinê dike. Saroyanê 56 salî û simbêl mezin, mîna zarokekî ew nan û mast dixwe. Kurdên Gola Wanê ji vê yekê re dibêjin “Nanê Hûrkirî”. Gava Saroyan dibîne ku her kes matmayî ye, dibêje “Ermenî li Kaliforniyayê wiha mast dixwin.”
Kulmek ji ava Gola Wanê
Saroyan segên şivanan jî ji bîr nekiriye, li ser rê nan dixe berîka xwe û di rê de ji segên ku dikevin pey wesayîta wî re diavêjin. Piştre bi kûçikan dikene û dibêje “dog… Go Home. Don’t be afraid of us. Go home with that bread” (Kûçik, here mala xwe ji me netirse, bi vî nanî ve vegere mala xwe.) Dema diçe Erdîşê li peravên Gola Wanê peya dibe û berîka xwe ji kevirên rengîn tije dike û kûlmek ji ava Golê vedixwe. Fîkret Otyam jî wêneyê wî dikişîne.Gava Saroyan nêzîkê Bedlîsê dibe, li ser kaniya Sapkor a ku bi dehan çîrok li ser wê li Calîfornyayê nivîsandiye têr avê vedixwe û dibêje; “Behsa van darana hemûyan jî ji min re kiribûn. Lê ev dar pir mezin bûne.”
Her ku nêzîkê Bedlîsê dibe, lez dide wesayît û tu dibêjî qey ew ê bifirîne, di dawiyê de Saroyan digihe Bedlîsê. Dibêje “Bedlîs, Bedlîs, niha jî xanî dest pê dikin… kevirên xaniyan baş hatine birîn… Bavê min di van rêyan re çûye.” Zarokên Bedlîsê hest xwe li Saroyan dihejînin, Saroyan jî li wana. Li Walîtiyê jî tûtina Bedlîsê dikişîne. Piştre dikeve pey şopa xaniyên malbata xwe…
Li gorî Otyam, di dema serdana Saroyan a li Bedlîsê de tenê Ermeniyek kal heye, ew jî Mûxsî Axa ye. Ji hal ketiye, heta zarokên Bedlîsê jî henekên xwe bi wî dikirin. Di dorpêça biyanîtî û qewirandinê de ye. Malbata Mûxsî Axayê ji ber nasnameya xwe ya Ermenîtiyê li rastî heqaretan dihat, ji ber qirkirinê reviyabû. Mûxsî Axa qet dest ji Ermenîtiya xwe berneda. Tenê daxwazek wî hebû “Dixwazim kêliyên xwe yên dawaî yên jiyana xwe bi Ermeniyan re derbas bikim.” Saroyan piştre vê daxwaza pêk tîne.
Xaniyê wî bûye kavil
Kaleke Bedlîsî, xaniyên bavê Saroyan û xalê wî nîşanî wî dide. Dîwar hilweşiyabûn û her der kavil bibû. Ji wê malê tenê Saroyanê li van dîwarên kavilbûyî, maye, medîla xwe ji berîka xwe derdixîne û penceyê paqij dike. Saroyan li zarokên mereqdar ên li derdora xwe nanêre jî, demek bêdeng dimîne û digirî. Dêrên Baxeşê (navê Ermenî yê Bedlîsê) yên ku li Calîfornyayê ji wî re behs dikirin, hemû bûne kavil, kevirên dîwarên avahiyên Ermenan, ji bo dîwarên avahiyên din hatine karanîn…
Lê hêviyek a Saroyan hebû ye, zarokno. Dema ew mezin bûn, dê bibin mirovên pir baş. Zarokên Bedlîsê kom dike û têr wêneyan dikişîne. Û piştî çend rojan vedigere Amerîkayê. Saroyan piştî 17 salan, di 18’ê gulana 1981’ê de li Parîsê ji jiyanê xatir dixwaze. Daxwazek a Saroyan hebû; “Xweliya min li Bedlîsê veşêrin”. Lê ji ber ku cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê wê demê hat ser desthilatiyê, Saroyan zanî ev daxwaza wî pêk nayê, piştre wesiyeta xwe guhert û piştî ku Saroyan jiyana xwe ji dest da, xweliya wî dibin Ermenîstanê û li wir dispêrin axê.
SEDAT ULUGANA - ANF/KONYA