ŞOREŞ REŞÎ

Kurdan ti caran bindestî nepejirandiye, dema fersend dîne, li ku dijîn bila bijîn li dij dagirkeran û pergala wan serê xwe rakirine û xwestine henaseka azadiyê bikişînin. Kurdên li nava Anadolê dijîn jî ji wê dûr nemanê û dem dem serî li hember dewleta dagirker rakirine. Lê ji bo ku îmkan nebûne yan lêkolîn nehatine kirin, ew rûpelên dîrokê wenda bûne. Yek ji van rûpelan jî serhildana Misto yê Tozo ye. 

Misto yê Tozo yan bi navê xwe yê din Qerê Mistefa, li gundê D/Tepeköy ê giredayî navçeye Haymanê te cîhane. Her çendî neyê zanîn kengî tê dinê li gorî texmînan ew dora salên 1889/92’yan ne ji dayik bûye. Ji Tozo û Gulê hatibû dine. Xortekî diserpozî xwe re, çavpît, cîgerpola, bêtirs, direj, esmer û çavşîn bûye. Di şerê Balkan (1918) de cîh girtibû û vegerîbû gundê xwe. Cara dûyêm xwestibûn wî dîsa bibin leşkeriyê lê fîrar kiribû. Demekê tê girtin û li zîndana Eskîşehîre dîl dimîne. Ji şerê Sakarya (1921) bi şûnde ew tevî 400 hevalên wî şandibûn Qeyseriyê û ji wir jî yê biçûyana Kurdistanê ango eyaleta Dêrsimê…

Gundê Misto û êla wî

Nîştecihên gundê Depeköyê ji êla Têrika ne. Bi qasî têne nasîn, wek Mirdêsî an jî beşekî Mirdêsîyan jî tên hesibandin. Gundên Têrikan yên li navenda Anadolê: Xabura, Çatak, D/Tepeköy in. Beşek ji Serçesaray û Boxazqê jî Têrikî ne. 

Li gor bawerîyeke, di nawbera Têrikiyan û Hz. Muhammed de naqokî derdikevin û piştî vê  pêxember nifir kirine û gotiyê: ”Xwedê heft malên Têrikan neyîne cem hev.” Ji bo vê Têrikî belaw bûne... Lê di bingeha belavbûne de ne ew nifir heye. Têrikan êleke her daîm serhildêr û serîneditêwandî bûyê, herî dawî li Alaca, Boxazkaya û Yozgatê di sala 1912’yan de bi rêberîya Îsmaîl Paşa li dij Osmaniyan serî hildidin lê têk diçin. (A. Kylenstierna-Eventyr Bland Turker och Araber). Bi ser wê de Osmanî biryarekê digirin ku li her gundekî sê malên Têrikî lê bi cih bikin. Ji ber wê îro li her gundekî mirov dikarê Têrikiyan bibîne.

Hecî Bûxurcî û bextê roma reş

Misto yê Tozo jî di nav zextên dewletê de mezin dibe û diçe eskeriyê. Beşdarî şerê Balkanan (18 Cotmeh 1912-1913) dibe, piştî şer tê gundê xwe. Lê dewlet dixwaze wî dîsa bişînê eskeriye û şerê li Kurdistanê. Misto bi ser wê de fîrar dike. Piştî demekê te girtin û davejin zîndana Eskîşehîrê. Di dema şerê Sakarya (1921) de dewlet dixwazê wî bişînê zindana Qeyseriyê, ew di ve navberê de direvê û rêya çiyayan digire. 

Li wir bi Hecî Bûxurcî ve digehêjin hev û êdî li dij dewlet û axayên herêmî şer dikin. Ew heta sala 1924’an li gel hev şer dikin. Ji gundê Depekoyê Heci Xatibê Reso (Yildirim) wê salê wiha tînê ziman: ”Ez wê demê 9 salî bûm û min bûyer bi çavên xwe dît. Dihate gotin ku, Atatürk bi xwe fermana girtin û kuştina wan dide. Ji bo wê; fermandarê jenderma Bala Mûlazim Sanî Çerkez Sirri erkdar dike. Ew jî bi 60 sîwariyan tê dora gundê Boxazqê. Li aliyê din ji qaymaqamê Haymana, gundîyên Kurmanc ên li Depekoy, Boxazqê, Çîman, Çataq û Şereflîyê re jî dibêje: “Heger hûn van eşqiyayan teslîmî me nekin, em ê we miştexes bikin û gundan wêran bikin!” Bi van gefxwarinan eskeriya dewletê ji gundê Çîmanê Mewlut Axa û ji Depekoyê jî Mehmed digire cem xwe û derdikevê nêçîra serhildêran. Wan a li gundê Palanci û di mala Memed Axa de dorpeç dikin. Ji wan re dibêjin: ´Dora we girtiyê, hûn nikarin rizgar bibin, teslîm bibin! Efû derket û em soz didin ku hûn jî dikarin je sûd werbigrin!´ Ew jî ji eskeran bawer dikin û teslîm dibin. Lê Roma Reş soza dayî nagire û wan gulêbaran dike. Her wiha serê 6 kesan jî jedikin û wan tînin ber mala me  (Reso Axa) û serê wan tê teşhîrkirin. Paşê serê wan ji Atatürk re tê şandin û leşkerên Romê termê wan jî dikin qangiryan û gund bi gund digerînin. Paşê li Haymana ye, li parqê, di nava daran de 7 rojan wan li dar dixin û hemûyan li çolê dikin çalekê û serê çalê digirin. Wê çaxê sal 1924 bû.” 

Hevrêyên Misto

Hevalên Misto yên pê re hatine kuştin jî ev in: “Mûlazim, Ji Depekoyê (Têrikî) giredayî Haymanê. Lavê Hesen û Qilotê ye. Di sala 1924’an de dikujin. Bekir Elî Perzelî, Ji Minciqoxlu (Canbeg) ye giredayî Yunakê di sala 1924’an de tê kuştin. Xelo ye Deli Pepê, Ji gundê Çîmanê (Sewêdî) ye giredayî Cîhanbeylî ye, di sala 1924’an de tê kuştin. Herdû kesên din em nizanin kî ne.“


Stranên li serê hatine gotin


Edûla Kelo, yanî xwîşka Misto li ser birayê xwe van stranan dibêje:

Horê horê Qerê Mistefa horê
1700 sîyarî Balê re ketiyê xorê
Peya be werê Yaylê Bûmsizê 
Qişla Çewîş û li malê Torê

Ew sîyarikî min î seda zû te
Bi ser sîyarî min ketîyê bîna barûtê
Peya vê li yaylê Deli Hesên 
Û li malê Qûtê

Xalê Betelê, xalê Betelê
Kostekê saatê bi ser xwe de berdayê tel bi telê
Qezê Balê bangê ye Haymanê kir
Gotin: ”Lêxin emira Kemelê”

Te me êçi, êçî sarê
Xwenga kor bîyê li te guhdarê
Şivanê gundî Kosê re got:
”Bi mingînin tasek avî sarê!”

Asê asê Qereman Mistefa asê
Pîyê dirêjin destê mîna casê
Qerê Mistefa hevalê
Hecî  Bixûrcî û Milî Almasê

Ji ve barê, heta wê barê
Kosê û Elî Begî li te digerê bi teyarê
Keko dûr û nezik 
Xwe bavê sîperê.