Encamnameya Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê aşkera bû. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku beşdarên konferansê ji bo pêvajoya rizgariya demokratîk bi serkeftî bi encam bibe kar û barê dikeve ser milê wan dê pêk bînin û wiha hat gotin: “Em wekî beşdarên konferansê xwe wekî civata pêvajoya aştî û demokrasiyê dibînin. Ji bo aştiyeke wekhev û bi rûmet, em ji gelên xwe û raya giştî re îlan dikin ku wezîfeyê digirin ser milê xwe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan di Newroza Amedê de Pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad da destpekirin. Ocalan piştî destpêkirina pêvajoyê ji bo hemû beşên civakê tevli vê pêvajoyê bibin pêşniyara ku li Enqere, Amed, Ewropa û Hewlêrê konferans pêk bên, kir. Konferansên li Amed, Enqere û Ewropayê pêk hatin. Encamnameya Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê di 29 û 30’ê hezîranê de pêk hat. Encamnameya konferansê ji raya giştî re aşkera kir.

Berpirsiyariya xwe bicîh bînin  

Di encamnameyê de ji bo pêvajoya çareseriyê 16 xal hatin destnîşankirin û bang li hikûmeta AKP'ê û Meclisa Tirkiyeyê hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di encamnameyê de hat xwestin ku hikûmeta AKP'ê dest ji polîtîkayên xwe yên destwerdanî û gefan ên li dijî welatên cîranê xwe berde û wiha hat gotin: “Em bang Tirkiyeyê dikin ku bi qirkirinên ermenî, asûrî-suryanî, êzidî û Dêrsimê û komkujiyên Mereş, Çorum, Sêwas, Gazî û Roboskê re rû bi rû bê. Ji bo aştiyeke wekhev û bi rûmet, em ji gelên xwe û raya giştî re îlan dikin ku wezîfeyê digirin ser milê xwe."
Di encamnameyê de hat ragihandin ku konferans ji bo biryarên wergirtiye bi cih bîne, Komîsyona Rastî, Rûbirûbûn, Edalet, Komîsyona ji bo karên raya giştî ya Ewropayê, Komîsyona Têkiliyên bi Gel re, Komîsyona Huqûq, Paqijiya Rê û Destûra Bingehîn, Komîsyona Azadiyê ya Jinan, Komîsyona Ciwanan, ava kiriye.
Di encamnameyê de herî dawî bang li dewletên Ewropayê jî hat kirin ku dawî li alîkariya xwe ya îstîxbaratî û leşkerî ya ji bo dewleta tirk bîne. 

16 xalên hatine destnîşankirin

- Ji bo pêşveçûna pêvajoya hevdîtinan û aştiyeke mayînde pêk were. Konferansa me di wê baweriyê de ye ku divê demokrasiyek azadîxwaz, wekhev û tevlikar bi hemû saziyên were rûniştandin, mafên wekhev ên hemû gel û komên baweriyan di destûra bingehînê de bên ewlekirin û di çarçoveya Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê de li gelemperiya welat, rêveberiyên xweser ên demokatîk werin avakirin. Pêkhatina demokrasiyê û têkûzkirina aştiyê yekpare ne.
- Ligel temambûna qonaxa yekemîn a pevajoyê, pêknehatina qonaxa duyemîn û bi taybetî jî helwesta otorîter û hegemonyayî ya hikûmetê ya li hemberî berxwedana Parka Geziyê me dixe nava fikaran. Ji bo gav bên avêtin yekalî nemîne û qonaxa duyemîn a wekî pêvajoya qanûnî-destûra bingehîn tê binavkirin destpê bike û divê hikûmeta AKP'ê û Meclisa Tirkiyeyê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
- Ji bo hevdîtin û danûstandin encameke baş bi xwe re bîna, wekî şertekî ferz divê mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên birêz Ocalan werin sererastkirin û derfet bên dayîn ku ji parlamento û beşên cuda yên civakê pê re hevdîtinê pêk bînin.
- Ji bo ev fersenda dîrokî ya aştiyê ji bo gelan were bikaranîn û pêvajoya danûstandinan civakî bibe, divê pêşî li siyaseta demokratîk were vekirin. Ji vê yekê jî pêwîst e hikûmeta AKP'ê hemû astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk rake (Qanûna Partiyên Siyasî û Hilbijartinê bê demokratîkirin, benda hilbijartin were rakirin û hwd.), rewşeke demokratîk a tê de mafê perwerdeya zimanê dayikê heye û her kes karibe li her qada jiyanê ziman û baweriya xwe bijî, biafirîne.
- Di vê çarçoveyê de divê dewleta Komara Tirkiyeyê pêdiviyên Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê, Peymana Mafên Zarokan, Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan, Peymana Pêşîgirtina Hemû Şêweyên Cihêkariya li dijî Jinan ên Neteweyên Yekbûyî CEDAW bi cih bîne û hemû astengiyên danîne pêşiya peymanên navneteweyî yên li ser maf û azadiyan rake. Em bang dikin ku peymanên li ser mafên xweza û mirovan jî mor bike.
- Di serî de dîlên nexweş û zarok, hemû dîlên azadiyê bên berdan û ji bo vê yekê qanûn were dexistin. Her wiha ji bo bi dehezaran mexdûrên darbe û şerê qirêj ên li derveyî welat li sirgûniyê dijîn vegerin welat qanûn bên derxistin.
-  Pêwîst e li Meclisa Tirkiyeyê ziman û tempoya li gorî giyana pêvajoya aştiyê serdest bibe û hemû partiyên siyasî li gorî vê yekê tevbigerin. Em bang dikin ku destûra bingehîna ku berhema darbeya leşkerî ye bê rakirin û di şûna wê de destûra bingehîn a demokratîk û nû bê amadekirin.
- Konferansa me dixwaze di çarçoveya xebatên destûra bingehîn a nû de îbadetxane bi destûra bingehîn werin ewlekirin û di çarçoveya polîtîkayên asîmîlasyonê de dawî li çêkirina mizgeftan li gundên elewî, asûrî-suryanî,e û êzidiyan bîne. Divê di destûra bingehîn de dewlet sekuler be, di vê çarçoveyê de Serokatiya Karên Diyanetê bê rakirin û dawî li dersên neçarî yên olî bên anîn. Divê navê Yavuz Sultan Selîm li pira sêyemîn neyê dayîn.
-  Konferansa me di wê baweriyê de ye ku pêşerojeke hevpar û azad, bi tenê bi rûbirûbûna paşerojê dibe. Bi vê têgihiştinê divê bi qirkirinên ermenî, asûrî-suryanî, êzidî û Dêrsimê, komkujiyên Mereş, Çorum, Sêwas, Gazî û Roboskî û kuştinên kiryarên wan ne diyar û wendahiyan re rûbirûbûn pêk were û hemû sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin bêyî dem di ser re derbas bibe radestî edaletê bên kirin.
- Ligel cihêrengî, bawerî û nêrîna cuda ya li cîhanê jî em di wê baweriyê de ne ku demokratîkbûyîn û aştî, wê bi kêrî me hemûyan bê. Konferansa me destnîşan dike ku aştî û demokrasî ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo herêmê, çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn pêwistiyeke. Li ser vê bingehê em bang li hikûmeta AKP'ê dikin ku dest ji polîtîkayên xwe yên destwerdanî û gefxwarinê berde.
- Bi heman rengî em bang li rêveberiyên welatên Ewropa, Yekitiya Ewropa û civaka navnetewî dikin ku li gorî Şertê Neteweyên Yekbûyî tevbigerin. Em ê bi gelê li rojavayê Kurdistanê re di nava tevkariyê debin û piştgiriyê bidin wan. Em îlan dikin ku li dijî her şêweyên destwerdana li Rojava ne. Ji bo pêşerojeke azad, demokratîk û aştiyane, em diyar dikin ku em li cem gelê Sûriyeyê ne.
- Em wekî beşdarên konferansê, xwe weki civata pêvajoya aştî û demokrasiyê dibînin. Em wezîfeya xwe bi tenê bi çavdêriyê bi sînor nakin, em dixwazin yekser di nava pêvajoyê de cih bigirin û ji raya giştî re îlan dikin ku ji bo aştiyeke mayînde me dest bi kar kiriye.
- Wekî civata konferansê, em bang li hemû mirovên ji Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku têkoşîna xwe ya wekhevî, edalet û demokatîkbûyînê bikin yek û cihê xwe di nava pêvajoya aştî û çareseriyê de bigirin.
- Wekî civata konferansê em îlan dikin ku ji bo demokratîkbûyîn, aştî û çareseriyê em xwedî heman daxwaz û nêzîkatiyane û têkoşîna xwe hevpar dikin.
- Dijwariya li dijî jinan, dijwariya li dijî civakê ye. Konferansa me îlan dike ku ew li dijî her şêweyên êrişên li hemberî jinan e. Konferansa me biryarê dide ku jin li ser bingeha wekheviya zayendî ya civakê, bi rewşa xwe ya xweser, divê li her qada biryardayînê cih bigire.
- Konferansa me mirovên cihêreng ên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê aniye gel hev û ji bo demokratîkbûyîn, aştî û çareseriyê vîneke xurt afirandiye. Ji ber vê yekê, ji bo mayîndekirina pêvajoya aştiyê û avakirina pêşerojeke demokratîk a hevpar, têkoşîna aştiyê ya ji jê re ber bi jorê ve, ji xwe re esas digire.

BRUKSEL