Emîrê îdeolojîk ê çeteya DAIŞ´ê li Sûriyê, Îlyas Aydin dibêje, dema ku ev tevlî nav DAIŞ´ê bû tevî koma xwe, ew 6 caran bi rehetî çûye Sûriyê û vegeriyaye û hevdîtina wî ya bi DAIŞ´ê re jî beriya wî, MÎT´ê gihandiye cemaetên wî.
BÊRÎTAN SARYA / ANF / RIMÊLAN
Di doza DAIŞ‘ê de yek ji kesên ku navê wî herî zêde tê bihîstin, Îlyas Aydin e. Aydin diyar kir ku beriya tevlî DAIŞ‘ê bibe ew çûye Sûriyeyê, bi berdevkê DAIŞ’ê re hevdîtin kiriye, piştre vegeriyaye Tirkiyeyê û ev ne xema îstîxbarata Tirk bûye. Heta MÎT´ê beriya wî xebera hevdîtinê gihandiye kom û cemaetên wî.
Yek ji DAIŞ‘iyên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye Îlyas Aydin (Ebû Ubeyde Turkî). Wî çeteyî qala cemaetên olî yên li Tirkiyeyê kir, ka wan ji bo DAIŞ‘ê çete çawa peyde dikirin. Helbet pê re siyaseta dewleta Tirk a der barê van cemaetan jî beşek ji vê behsa wî bû. Vî endamê çeteya DAIŞ’ê got, havîna sala 2014’an tevlî nava DAIŞ‘ê bûye û Kanûnê sala 2017’an jî ji ber nakokî û şerê navxweyî ji DAIŞ‘ê reviyaye. Îlyas Aydin di 30-31’ê Kanûnê de dema ku hewl dida ji Sûriyeyê bireve Tirkiyeyê, li ser sînorê Serêkaniyê ji aliyê QSD’ê ve hate girtin.
Emîrê îdeolojiya DAIŞ´ê
Îlyas Aydin ne endamekî çeteyê yê ji rêzê ye; ew li gorî DAIŞ´ê li wîlayeta Şamê (temamiya Sûriyeyê) emîrtiya giştî ya qada îdeolojîk bûye. Îlyas Aydin diyar kir ku sala 2014’an li Îdlibê ji ber şerê di navbera DAIŞ, Cephet El Nûsra, Ahrar û Şam hin emîrên DAIŞ‘ê de tevî malbatên xwe hatin Tirkiyeyê û got, ”Di pêvajoyê de ku bûyera Sahavatê qewimî, Cephet El Nûsra ji DAIŞ‘ê re digot, ”Çekên xwe radest bikin, em ji malbatên we re rêyeke ewle vekin, hûn jî tevî malbatên xwe biçin Tirkiyeyê’. Lê DAIŞ’ê şer kir. Di wê demê de malbatên DAIŞ‘î bi alên Cephet El Nûsra derbasî nava Tirkiyeyê hatin kirin.”
Hingê wî li Stembolê ev malbat û zarok ezimandine: ”Min û Ebû Yûsûf ji Misirê hin kes nas dikirin û ew tevlî DAIŞ’ê bûbûn. Di wê demê de ew tevî malbatên xwe ji Îdlibê hatin Stenbolê. Telefonî min û Ebû Yûsûf kirin. 2 otobus zarok û jin hatibûn. Me ew ezimandin. Ebû Hazim Misirî yê ku me ew ji Misirê nas dikir, hate mala me”
Pêşî bûye endamê El-Qaîdeyê
Îlyas Aydin ku li Stenbolê ji dayik bûye û li wir mezin bûye, bi eslê xwe ji Îspîr a Erziromê ye. Aydin diyar kir ku dema nêrîna El-Qaîdeyê nas kir, sala 2007’an bi rêya Mûsa Olgaç (Ebû Sumeye) çû Misrê û got, ”Li wê derê li malekê timî dersa olî hebû û me pirtûk dixwendin. Tevahiya rojê mamosteyên me li malekê ders didan. Em hînî Quranê dikirin, neh mehan li wê malê mam. Armanc çar sal bû. Dema ku em çûn bêhnvedanê îstîxbarata Misrê avêt ser malê û Mûsa Olgaç birin. Piştî sê meh û nîvan, Mûsa Olgaç radestî Tirkiyeyê kirin. Herî dawî min bihîst ku Mûsa Olgaç li Îdlibê ye.”
Îlyas Aydin diyar kir ku ew bi navê cemaeta Ebû Ûbeyde tên naskirin, navenda wan li Eyupa Stenbolê ye. Wî anî ziman ku li Şîrînevlerê û hin deverên din jî mizgeftên wan hebûn.”
Tirkiyeyê DAIŞ´î berdan
Îlyas Aydin anî ziman ku di wê demê de wan hewl dan cemaetên mezin û biçûk ên nêzî heman îdeolojiyê yên li Stenbolê li hev kom bikin. Wî got, ”Wê demê me Ebû Hanzala nas dikir. Ebû Zeyt, Ebû Yûsûf ku piştre berpirsyarê kovara Konstantiniye ya DAIŞ‘ê bû û Ebû Îklîme ku nimêja cejnê bi me dida kirin, hevalên me bûn. Cemaeta her yekî ji wan hebû ku ew jî îmamê wan bûn. Piştre me nimêja cejnê ya komî a navdar kir û dîmenên wê parve kirin.”
Aydin anî ziman, gelek kesên tevlî wê nimêja cejnê bûn, tevlî nava refên çeteya DAIŞ‘ê bûn: ”Gelek ji wan li Sûriyeyê di şer de mirin, hinek ji rêxistinê reviyan Tirkiyeyê, hinek ji wan hatin berdan.”
Erdogan xwe avêtiye bextê Ebû Hanzala
Aydin qala roportaja bi Halîs Bayûncûk (Abû Hanzala) re kir a ku di 21’ê Kanûna 2014’an de rojnameya Starê pê re kiribû. Aydin diyar kir ku roportaj bi daxwaza AKP’ê hatiye kirin û got, “Gerînendeyê weşanê yê rojnameya Starê pêşniyazekê li Ebû Hanzala dike. Ji wî re dibêjin, cemaata Fethûllah Gulen ji bo xistina hikûmetê derbarê Bîlal û Erdogan de dosyeya nelirêtiyê amade dike. Dibêje ku ‘Wê vê dosyeyê bi ÎHH’ê re girêbidin, wê ji ser ÎHH’ê jî meseleyê bîne ser we. El Qaîde û hikûmet wê bibêjin di vê nelirêtiyê de em bi hev re dixebitin. Jê dixwaze ku Ebû Hanzala bibêje, wan îftîra li me kirine.
Piştî ku ez hatim nav DAIŞ’ê min ev roportaja Ebû Hanzala dît. Wekî ku jê hatibû xwestin, Ebû Hanzala cemaata Fethûllah Gulen sûcdar kiribû.”
Ji xwe re rehet çûye û hatiye
Aydin diyar dike ku bi navbeynkariya Abû Hazîn, piştî nimêja cejnê ya li jor behsa wê kirî, ew diçe Babê, bi berdevkê DAIŞ’ê Ebû Muhammed Ednanî re hevdîtinê dike: “Adnanî bîat ji me xwest. Me got, ji bo bîata komî divê em biçin Tirkiyeyê, bi hevalên xwe re biaxivin û piştre em vegeriyan Tirkiyeyê.”
Heta ku ez vegeriyam Tirkiyeyê, zilamên di nav cemaata min de jî nedizanîn ku ez ê bi Ednanî re bicivim. Piştî ku ez vegeriyam, hevdîtina min a bi Ednanî re belav bûbû.” Li gorî wî MÎT´a Tirk ev yek belav kiriye. Axirî di dawiyê de ev tevlî nava refên vê çeteya dijminê mirovahiyê dibe: ”Min bîat kir û ji ser înternetê gazî Ebû Yûsûf kir. Ew jî tevlê bû. Piştî hevdîtina 2’yê ez li Sûriyeyê bûm. Wekî koma Ebû Ûbeyde û Ebû Yûsûf em tevlî nav DAIŞ’ê bûn.”