Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê li devera Riya Sed a kevin kom bûn û bi armanca şermezarkirina xendekên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve têne kolandin, mîtîngek li dar xist.

Mîtînga ku ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Rojavayê Kurdistanê ve hate organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îsmaîl Dêrik, li ser navê YPG’ê Cemîl Efrîn û Serkretêrê Partiya Komînîst a Kurdistanê axivîn û bal kişandin ser têkoşîna karkeran li ser riya wekhevî û edaleta civakê de. Di axaftinan de her wiha siyasetên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê yên li dijberî şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û dane zanîn ku gelê Rojava li gel şervanên YPG’ê dê berxwedana xwe li hemberî çeteyan û hemû siyasetên qirêj ku li dijî gelê Rojava tên meşandin bidomînin.
Di mitînîgê de komên muzîk, govend û şanoyê jî bi stran, şano û govendên xwe gel coşand. Mîtîng bi stran û dîlanê bi dawî bû.

PDK'ê kolandina xendekan didomîne
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kolandina xendekan li devera Pêşxabûr ya Başûr kurdistanê ku beramberî gundê Sêmalkayê yê rojavayê Kurdistanê ye, dewam dike. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi serkêşiya PDK'ê duh li devera sînor ya nêzî gundê Şilêkiyê heta deriyê Sêmalkayê yê li hemberî devera Pêşxabûrê dest bi kolandina xendekan kir.
Nûçegîhanê ANHA'yê diyar kir ku li vê deverê ji bo kolandinê 8 amûr (6 Bagir û 2 Tirêkis) dixebitin û Pêşmergeyên PDK'ê ku çek di destan de parastina wan dikin û amûrên kolandinê ber bi Sêmalkayê diçin.
Dibe ku li pêşiya deriyê Sêmalkayê xendek bêne kolandin û derî ji aliyê Hikûmetê were girtin. 

HESEKÊ/DÊRIK