
Mamosteyê atolyeyê Mehmet Karadenîz bibîr xist ku Mezopotamya dergûşa şaristaniyê ye û destnîşan kir ku xebateke bi vî rengî li Êlihê yekemcar tê meşandin.
Karadenîz got, "Di encama xebata salekê ya xwendekaran de, xebata bi boyaxa tîr û rolyef derket holê. Di xebata rolyef de xwendekaran li ser text fîgurên mîtolojîk neqişandin." Karadenîz diyar kir ku di pêşengehê de ji Gakoviya Hîtît heta şêrê du serî gelek xebatan cih girtin.
Karadenîz ragihand ku pêşengeheke bi vî rengî li Êlihê karekî yekemîn e û got, "Di encama hewldana 50 xwendekaran de ev berhem derketin holê. Hin ji berheman jî encama xebata kolektîf in."
Karadenîz diyar kir ku wan xwestin xwendekarên di atolyeyê de cih girtine dîrokê nas bike û haya wan ji dewlemendiyên mîtolojîk ên erdnîgariya li ser dijî, çê bibe.
ÊLIH