RAMAZAN MARANKOZ
Li Elmanyayê piştî 9’ê Gulanê tê plankirin ku mizgeft bi tevdîran ji nû ve bên vekirin. Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Turhalli li ser tevdîrên u wê li mizgeftan bigirin ji me re peyivî û hişyarkirina cemaeta mizgeftan jî ji bîr nekir.
Wî got, “Bi navê Xwedayê dilovan, ez serê pêşî hêvî dikin Remezan ji her kesî re bi xêr be. Ez niiyaz dikim, Xweda Teala rojiyan, nimêjan sidqe, fitre û zekatan qebûl bike. ev demeke dirêj e ji ber koronayê me mizgeftên xwe dezînfekte kiribûn û deriyên wan dadabûn. Li gorî biryara hikûmeta Elman a 9’ê Gulanê em ê bi tevdîrên pêwîst em ê deriyên mizgeftên xwe li cemaeta xwe vekin. Tevdîrên me jî wê li gorî pisporên tibî û rayedaran bên girtin. Melayên mizgeftên me yên ku karibin van tevdîran bigirin, wê karibin deriyên mizfetê xwe li cemaetên xwe vekin. Tevdîr ev in, navbereke metroyek û nîvê di nava endamên cemaetê de, maske, avdest divê li malê bê girtin, sicade û Quran jî divê ji malê bên anîn. Avdestxaneyên mizgeftan wê girtîbin. Li devê deriyan wê wezîfedarê me hebe ku nexweşan nehewîne. Li devê derî wê dezînfektan hebin, hevhembêzkirin û muhabet wê nebe. Li mizgeftên me yên ku van tevdîran dikarin bigirin, wê nimêjên sibehî,nîvrojê û esrê bên kirin. Mizgeftên me ku nikarin van tevdîran bi cih bînin, deriyê wan wê li cemaetê dadayî bimîne. Îşela li dijî nexweşiyê dermanek, derziyek bi pêşkeve û em jî xizmetên xwe dewam bikin.”
CÎK’ê hewl da xizmetê dewam bike
Ji bo sohbet, cuz û civata Ramazanê di dema krîza koronayê de jî Hafiz Turhalli got, “Berê di Remezanê de me fitarên cemaetî, xwendina Quranê ya bi muqabele, nimêjên terawîhê û gelekên din organîze dikin; bi cemaeta me re diyaloga me yekser bû. Ji ber felaketa koronayê me nekarî xizmetên xwe wisa bi cih bînin. Em hinekî xemgîn in. Lê dîsa jî ji bo em wê manewiyatê li ser xwe bihêlin, me gelekî medya civakî bi kar anî. Me Facebook, Twitter, Skype, Zoom, Youtube û WhatsApp bi kar anî. Her rojê, bi awayekî navendî cizoyekê ji Qurana Kerîm em dixwînin bi muqabele. Her în, em bernameyeke bi rengê pirs û bersivan organîze dikin, du saetan dewam dike. Roja yekşemê ji bo jinan bernameyên me yên zindî yên saetek û nîvê hene. Me hewl da em teknîkê gelekî bi kar bînin. Mizgeftên em jî li cihên xwe wisa kirin. Helbet ne bi qasî licemhevbûnê karîger bû, dîsa jî xizmetên me dewam kirin.
Ji niha û pê ve jî ji bo ku em xizmetên xwe bi cih bînin, em ê bi riza xwedê emelên xwe bikin. Remezan ji bo her kesî bi xêr be.”