Dewleta Tirk di qirrkirina Kurdan de xwe li eqarên ti pîvanê nagire. Tevî ku şûreya wê ya bi xwe biryara dijber da, wê Mizgefta Eyyûbî ya 630 salî ji cihê wê hat rakirin û ew birin cihê nû.

Dewleta Tirk bi israra di çêkirina Bendava Ilisûyê (nêzî Germavê), dîroka 12 hezar salî ya navçeya Heskîfa ya ser bi Êlihê wê di bin avê de bê hiştin. Tevî ku biryara Şûreya Dewleta Tirk ji bo Heskîfê heye jî, saziyên heman dewletê rakirina berhemên dîrokî dewam dikin. Doh serê sibê zû, Mizgefta Eyyubî ya xwedî dîroka 630 salî ji cihê wê hat rakirin û ew birin cihê nû. Mizgefta ku giraniya wê 2 hezar û 650 ton bû, li maşîneya 352 teker a SPTM hat siwarkirin û di ser Pira Heskîfê re ew birin cihê wê yê nû.

Bi darê zorê me ji cihê me dike

Dema mizgeft dihat veguhestin, welatiyên Heskîfê jî bi xemgînî lê temaşe kirin. Ji şêniyan Abdulmecît Tapkan nerazîbûn nîşanî rakirina cihên dîrokî da û got, “Dîrokê ji me direvînin. Dixwazin gund û warên me di bin avê de bihêlin. Em vê yekê qebûl nakin. Dîrokeke wiha li ti devera cihanê nîne. Em ne bendavê axa xwe dixwazin. Bi sedsalan e ev mizgef li vir bû. Dîroka me wêran dikin û direvînin. Dewlet bi darê zorê dê me ji warê me derxe.”

 

MA/ÊLIH