Parlamena Awusturyayê biryar da deriyên mizgeftên bi ser Diyanet û Millî Goruşê ve asê bike û bigire. Biryara di vî warî de bi piraniya dengan hat wergirtin. Berê li Elmanyayê jî heman mijar gelek caran ketibû rojevê û heta di vî warî de hin rayedarên ên Millî Goruşê tespît bûbû ku endamên îstixbarata Tirk MÎTê ne. Lê belê paşê Elmanya û dewleta Tirk li ser berjewendiyên aborî û eskerî li hev kiribûn û ser meseleyê girtibûn.

Îmamên MÎT´ê

Parlamena Awusturyayê di vê biryara xwe de egera xwe wiha diyar kir, mizgeft ji îbadetxaneyekê wêdetir weke navendên AKP´ê têne bikaranîn. Li Ewrûpayê bi giştî dewleta Tirk mizgeftan weke navendên îstixbarata Tirk MÎTê bi kar tîne. Jixwe ev yek di nava Tirkiyê de bi temamî bi vî rengî ye. Artêşeke ji îmaman heye û mizgeft hemû bi ser diyanetê ve ne. Dewleta Tirk bi temamî dîn xistiye xizmeta şovenîzma Tirkîtiyê. Lema gotinên di warê laîsîzmê de bêbingeh in.

Piştî vê biryara Parlamena Awusturyayê, divê hikûmet li gorî qanûna komeleyan van mizgeftan bixe ber lêpirsînê û heger sûc, binpêkirin û jihedêxwebihurînê tesbît bike jî, wan bigire.

 

NAVENDA NÛÇEYAN