M. ZAHIT EKINCI / HAMBURG

Gerîlaya YJA Starê Mizgîn Bîlîn bi nasnav Raperîn Baz li Hambûrgê hate bîranîn. Raperîn Baz di 18’ê Îlona 2018’an de li Çewlikê di şer de tevî 3 hevalên xwe şehîd bûbû. Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Tevî bavê wê Selahaddîn Bîlîn, xizmên wê, gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê bavê Mizgin Bîlîn axivî û diyar kir ku keça wî şeref û rûmet daye wan û tevlî karwanê şehîdan bûye. û got, “Em spasiya Kurdistaniyan dikin ku di rojeke wiha de em bi tenê nehiştin.” Berdevka Komîsyona Malbatên Şehîdan Ayten Dûrmûş jî got: Li dijî zilm û zordariyê ji bilî berxwedanê ti rê li pêşiya Kurdan nehatiye hiştin. Kekê min Mehmet Hayrî Dûrmûş û şehîdên me hemû, ji bo em azad bijîn canê xwe kirin gorî. Divê her kes xwedî li şehîdan û doza wan derkeve. Xizmê Mizgîn Bîlîn Saît Bîlgîn jî li bîranînê axivî û got, erdnîgariya Mizgîn lê çêbû ji dema raperîna Şêx Seîd û vir ve keleha berxwedanê ye. Ji bo biranîna Mizgînê quncîka ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin hat amadekirin. Bîranîn bi dana xwarinê bi dawî bû.