Hunermenda Kurd Mizgîn Tahir bi konsertekê piştgiriya xwe ji berxwedana Rojava re rave kir. Hunermend û rewşenbîrên Kurd ên bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi armanca piştgiriya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê dest bi kar kirin. Her wiha şahiya piştgiriya koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî re jî ragihandin.
Hunermenda ji Rojava, Mizgîn Tahir armanca lidarxistina konserêwiha rave kir: “Huner rêbazeke parastina xak, rûmet û xurtkirina berxwedanê ye.”
Mizgîn Tahir destnîşan kir ku konser wê bi slogana "Çand û Huner ji bo berxwedan û israrê ne" li navenda Mihemed Şêxo ya Qamişlo were lidarixstin û bi vê yekê piştgiriya xwe ji koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî re nîşan didin.
Mizgîn Tahirê wiha dewam kir: "Em wekî hurmendên Kurd, em ê konserên wiha li gelek deveran li dar bixin û bi çalakiyên xwe piştgiriya xelkê xwe bikin.
Hunermendên li Ewrûpa di destpêka êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi pêngava xwe kirin.
Îro pêwîstiya me bi yekîtiyê heye, ji ber ku vîn û hêza me wê li dijî êrişan xurtir bike û em ê di piştgiriya şervanan de pêşeng bin.”
Hunermenda Kurd Mizgîn Tahir helwêsta xwe di piştgiriya ji berxwedana Rojava re îfade kir, û berxwedana şervanan jî silav kir.
ANHA/QAMIŞLO