
Hunermend û têkoşera Kurd Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) 11’ê Gulana 1992’an de jiyana xwe ji dest dabû di 23’emîn salvegera şehadeta xwe de hunermendên ji rêûresma têkoşîna rizgariya Kurdistanê ve bi çalakiyan hat bibîranîn. Li Rimêlan Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê, li Kobanê endamên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, li Nisêbînê xebatkarên Navenda Çanda Mîtanî û li Wanê jî KJA´yê Hozan Mizgîn bi bîr anîn.
Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya Rimêlanê bernameyeke bibîranîna wê û hemû şehîdên Tevgera Çand û Hunerê li dar xist.
"Ji bo jin bibin mînak…"
Di bernamê de Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Leyla Yeşar axivî û hemû têkoşerên Tevgera Çand û Hunerê di kesayeta têkoşer Mizgîn de bi bîr anî û bal kişand ser rola tevgerê di parastina çanda gelan de. Leyla Yeşar got, bi hemû hêza xwe ji bo parastina çanda Kurdî xebitî û ji bo jin bibin mînaka jinên cîhanê, hêza jinan di hemû aliyan de da diyarkirin.
Di şahiyê de Endama Koordînasyona Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Riha Hisên jî axivî û got, "pêwîst e kar û xebat li gorî nirxên şehîdan ji bo azadiya gelan bêne meşandin." Piştre helbestvanê bi navê Ebdullselam Ehmed helbestek wekî diyarî ji rihê têkoşerên Tevgera Çand û Hunerê re xwend. Di şahiyê de gelek dîmenên hunerî, folklorîk û stran ji aliyê komên hunerî yên girêdayî Tevgerê hatin pêşkêşkirin. Di dawiyê de belgefîlmek derbarê têkoşîn û kurtejiyana têkoşer Mizgîn û têkoşerên Tevgera Çand û Hunerê de hate pêşandan.
Li Kobanê bi boneya salvegera şehadeda Hozan Mizgîn Navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido daxuyaniyek da. Endamên navendê li ber navenda xwe ya li bajarê Kobanê kom bûn û daxuyanî dan. Endamê Rêveber ê navendê Dijwar Zagros daxuyanî xwend û got, li Kobanê hunerê wê li ser riya Mizgîn, Delîla, Sefqan û Serhed bi pêş bixin.
‘Şoreşa Hozan Mizgîn şoreşa azadiyê bû’
Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê jî xebatkarên Navenda Çanda Mîtanî bernameyeke bibîranînê li dar xistin. Bîranîn li Hola Şanoyê ya Şehîd Sara ya navendê hat lidarxistin. Namzeta HDP’ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî, hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, hevserokên HDP’a Nisêbînê Sabîha Gunduz û Ferhat Kut, rêveberên HDP, DBP, endmanên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, xebatkarên çandê û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Beriya axaftinan helbest hatin xwendin û stran hatin gotin. Piştre jî sînevziyona ku behsa jiyana Hozan Mizgîn dikir, hat pêşandan.
Di bîranînê de pêşî hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya got, ew bi saya têkoşîna Mizgînan, Delîlayan, Sakîneyan, Fîdanan û Leylayan gihîştinê vê merhaleyê.
Piştî Kaya, namzeta HDP’ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî jî axivî û got: “Şoreşa hevala me Hozan Mizgîn şoreşa azadiyê bû. Ew şoreşa wê hewldana ji bo jiyaneke azad bû. Êdî sebra me ya ji bo azadiyê nemaye. Em ê soza şehîdên xwe di demeke nêz de bi cih bînin. Ji bo em mizgîniyê bidin cangoriyên xwe yên wek Hozan Mizgîn û kesên ku çeka wan li erdê nehiştine, divê em di 7’ê Hezîranê de bi ser bikevin.”
Piştî axaftinan xebatkarên Navenda Çanda Mîtannî û Şanoger Abdullah Tarhan bi rêze helbestên li ser jiyana kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayî xwendin. Bernameya bibîranînê bi stranên Koma Muzîkê ya Navenda Çanda Mîtannî bi dawî bû.
Li Tetwanê serdana gora Hozan Mizgîn
Hevbirên KJA'yê yên Bedlîsê Hozan Mizgîn a ku di sala 1992'an de li Tetwanê di şerekî de jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn. Bernameya bibîranînê li buroya hilbijartinê ya jinan a Tetwanê pêk hat. Ligel malbata Aydin, namzetên HDP'ê yên Bedlîsê, hevşaredarên Bedlîs, Norşîn, Xizan, Motkî, rêveberên HDP, DBP û MEYADER'ê û bi sedan welatî tevlî çalakiyê bûn.
Xwîşka Hozan Mizgîn, Şukran Akiş axivî û got: "Şehîd şehîda me hemûyan e. Em soza xurtkirina têkoşîna wan didin." Piştî çalakiya bibîranînê, girse li Goristana Karşiyakayayê çû serdana gora Hozan Mizgîn.
Li wanê jî NÇM, Komeleya Hunermenda Demokratîk û Akademiya Çandê ya Nuda li Parqa Hunerê Hozan Mizgîn bîranîn. Piştî rêzgirtinê li ser navê xebatkaran Hazal Sari axivî û diyar kir ku Hozan Mizgîn di têkoşîna kurd de ti şertên herî zor de xwedî lê derket û berpirsiyarên mezin girtin. Sari anî ziman ku Hozan Mizgîn ji bo gelê kurd û bû hêviya azadiyê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN