Bi ser şahadetbûna Mizgîn (Gurbet Aydın) re 25 sal derbas bûn. Mizgînê bi stranên xwe di dile gelê Kurd de cihekî mayinde girt ku hejî gelê Kurd navê wê li zarokên xwe dike. Mizgîn a di sala 1962’an de li Êlîhê ji dayîk bû, berî darbeya 1980’an de tevlî refê PKK’ê bû û piştre jî berê xwe da Ewrûpayê. Mîzgin li Ewrûpayê di avakirina Hunerkomê de cih girt. Mizgîna ku stranê wê yê ‘Lo Hevalo’ û ‘Hawar Gundîno’ hejî li ser zimana ye di 11 Gulana 1992’an de li Tatwanê di pevçûnekê de jiayana xwe ji dest da. Hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn qala Mizgîn’a ku li Ewrûpaya bingaha çand û hunera danî kir.
Xemgîn bi gotina “Mizgîn, xêza jin û hunera azad e” dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku li ser şahadeta Mizgîn de ewgas sal derbas bûne lê hejî hînî tinebûna we nebûye . Xemgin anî zaman ku li ser şahadeta Mizgîn de ewqas sal derbas bûbejî bandora dîdar û hizrên Mizgîn, herdem li ser rewşa wan û xebatên wan e û ew bê par nehiştin e û wiha pê de çû: “Gelekî dereng bû, lê bîst û penc salin çavên xwe li şopa kesayeta Mizgîn digerînim, mînaka Mizgîn û teybetmendiya kesayeta we, hêjî di rêza yekem de, di bîr û baweriya rêhevaltiya pîroz de diparêzim.”



‘Ez vejîna jina Kurd a azad im’


Xemgîn got ku her çendî cihê Mizgînê vala be jî, hevalên ji cewhera dilê xwe ku ji wê bi bandor bûne merîfeta kesayeta şoreşger kirin û wiha qala Mizgînê kir: “Cara yekemîn, di 01.12.1985’an, li bajarê Elmanya Manheimê min Mizgîn naskir, bi temana xwe ya ciwan û xebatên xwe ên bi rûmet, Mizgîn sed carî ji temena xwe mezintir bû! Ev ne tenê nêrîna min a şexsî ye, di nava civakê de, kesên ku Mizgîn dinasîn, dizanin ku çawa ew kesayetek xwe bi çanda şoreşgerî, terbiye û exlaqê şoreşê xwe gihandibû! Di kesayeta xwe de, cewhera çanda gelêrî, bi dilsoziya xwe bandora xwe, li derdora xwe vedida! Her wiha, çawa derdora xwe di bin bandora wê terbiye û exlaqê de bihêle, bi hemû semîmiyeta xwe, bi sekin û şêwaza jiyana xwe, weke ku herdem bêje: ‘Hey gelê min, ez bi kesayeta xwe, bi terbiye û exlaqa xwe, berhema vê şoreşa hemdemî me! Ez vejîna jina Kurd ya azad im, ez ji berbanga vê şoreşê, bi keda hosteyê mezin, min ji ava kehniya Apo vexweriyei di nava çebayên bê hempa debû!...”



‘Ew nûnera jin a Kurd a mutevazî bû’


Xemgînî da zanîn ku Mizgînê wek 3-4 sala rêbertiya xebata wan a çand û hunerê kiriye û wiha pê de çû: “Di qonaxên herî dijwar de, di nava bê derfeti û bê îmkanan de, em wek komeke rêhevalan, me hebûn û nebûn, bi hev re par vedikir... gewhera di kesayetî û giyana vê rêhevalê de hebû, hem hunerî, hem jî civakperwerî, mîna hesinê ku bi ava pola bête avdan, hemu hêza xwe ya pîskolojîk û manewî, bi evina şoreş û xwaza ya çiyan ve girêda bû! Li ser bîranînên şehîdan bi tevayî, ewqas girêdayî û kemilî bû, êdî hemû teybetmendiyên xwe yên hunerî, ji bo wê bêwate ma bûn!... Em hemu hevalên wê, ji kesayeta wê hînî gelek tiştên binirx bûn, îroj li derdorê çavên xwe digerînim, di xebata jina Kurd de, herî zêde, her tim Mizgîn tê bîra min. Ew nûnera jina Kurd a mutewazî bû. Em du salan li gel hev, di nava nîqaşên tevgeriya beşên civakî de bûn, di derbarê tevgerkirina xebata jinê de, min aso û nêrînên wê, ji nêz ve dişopadin, bê çawa wê nirxên civakê nû dikirin, bi giyan û hestên kurdewarî ve, bi ava evîna şoreşê dişûşt û zelal dikir!, Îro jî bêguman xebata jina Kurd gelekî mezin û fireh bû ye, êdî di warê idolojîk de, gelekî bi pêşketiye, ji bo me cihê qedir û rêz girtinê ye. Lê belê, di piraniya civîn û çalakî, weşan û nirxandin ên xebata jinê de, mirov zimanê dayîkê, rengê dayîkê, taybetmendiya jina Kurd, li hin qadan û hin caran lewaz rû dide dibîne!... Îca wê gavê Şehîd Mizgîn tê bîra min! Ew pispor û mamoste ya ku renga ji naverokê bû! Yanî, rengê xwe ji naveroka bawerî û armancên xwe digirt!”



Hevaltiya resen nîşan dida


Xemgîn diyar kir ku terz û şêwaza Mizgîn de, şêwaza qezenc û bandorkirina girseha gel hebû û wiha direjî da axaftina xwe: “Di pêwendiyên xwe ên bi mirovan re, li nik terbiye û marîfetên xwe ên civakî, kesayeta Apoizmê, bi hostetî û dirustî temsîl dikir!, Bi jin, zarok, ciwan û hemu birên mirovan re, xwidî teybetmendiya şêwaza xwazayî û semîmî bû.” Xemgîn got: “Mizgîn kesayetek wisa bû ku, mirov hemu hêz û taqeta xwe ya felsefî, wîcdanî û hucreyên mirovatiya xwe tevan bikar bîne jî, têra aliyek ji teybetmendiya kesayeta wê ya şoreşger û jina kurd ya resen nake. Bi yek gotinê, mirov dikare bêje ‘Mizgîn, ji sedî sed, bi felsefe ya şoreşa azadiyê xwe gihand û bi wê felsefê jî, bû kehniya moral û nirxan.” Xemgîn anî ziman ku ew sala 1986’an de 22 rojan li nexweşxane mayê û Mîzgin her roj bi şeklekî xwe gihandiye û bi vê re ye reya ew hînî çanda hevaltiya resen kiriye.



‘Bi dizî rondikê çavan barandin

Xemgîn diyar kir ku, di gulan’a 1987’an de dest bi xebata du albuman kirin û ev tişt vegotin: “Albuma ji bo bîranîna Egîd (Ey Botan) û Koma Berxwedan 4, ( Gula Cîhanê) ji bo Mizgîn ê, ew xebata, me ya hevbeş, ya dawiyê bû... gelekî bi heyecan bû, nirxandinên bi wate û bi sûd dihatin pêşxistin, nêzî heyvekê em di studio de xebitîn, hevala Mizgîn, hem berpirsiyar bû, hem muhasebeçiya me bû, hem jî, di xebatên studio de, dayîka nanpêj û dayîka morala me bû!!! Di nava hoyên bêderfetî de, bîr û bawerî, rêz û rêhevaltî, dibûn moral û derfetên watedar..., ji hemu muzîkjen û xebatkarên studio re, rojê du caran, me xwerin peyde dikir.... wan xwerinên germ dixwerin, me jî, ya xwerina ji ber wan dima, dixwer, an jî bi kartolan ( patet ) îdare dikir... lê belê, kêf û moralên me, li asta herî bilnd bû.” Xemgîn wiha direjî da axaftina xwe: “Li dawiya encamdayîna xebata albûmê, qet ji bîra min naçe, min master a albumê anî, me bi hev re guhdar kir, strana {Rakin Egîdê Me Rakin } guhdar kir û bê balkişandin (bi dizî ) min dît wê rondikê çavên xwe paqiş kirin, li min zîvirî û bi heyecan got: ‘... heval, me karekî dîrokî afirand, tu dizane, Serok guhdar bike, ewê sedî sed tiştekî bêje...”



SADIYE ESER / DÎHABER / STENBOL