
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku YPG û YPJ pêşengiyê jê re dikin, ji bo rizgarkirina Reqayê gav bi gav bi pêş ve diçin. Yek ji fermandarên QSD’ê Dijwar Serêkaniyê, rewşa heyî ya Pêngava Xezeba Firatê nirxand. Serêkaniyê diyar kir, gava duyemîn a qonaxa sêyemîn a pêngavê, ev meheke bi operasyonên serketî dewam dike û anî ziman, di nava vê demê de rêya navbera Dêra Zor û Reqayê hatiye birîn.
Serêkaniyê anî ziman, hêzên QSD’ê xwe gihandine Çemê Firatê û bi operasyonên ji du aliyan ve gelek cih hatine rizgarkirin. Serêkaniyê got, “Em bi du baskan tevdigerin. Baskekî hêzên me ji nêzî Merxe Şerqî, Keramî kete nava tevgerê. Baskê din jî ji Mekmenê dest bi operasyonê kir. Baskê Mekmenê herêmek ji 55 kîlometreyan, ku ji dehan gund û gundikan pêk tê, rizgar kir. Ev herêma me bi dest xistine, stratejîk e. Rêya navbera Dêra Zor û Reqayê ev der e. Wekî din bi 30 kîlometreyan li qiraxa Çemê Firatê Mefel Newa heye, xeta Cezra heye. Xeta Cezra bi sê awayî tê binavkirin û ev gelekî girîng in. Cezred Şems, Cezred Mîlan û Cezred Ebû Hemî. Me ev gund hemû û Kasha rizgar kirin. Ev gund hemû stratejîk in û gundên mezin in. Îro jî me xwe gihand gundê Kashîbalê. Operasyonên me yên li vî gundî dewam dikin.”
‘Ciwanên Ereb beşdar dibin‘
Fermandar Serêkaniyê, nêzîkatiya gel a ji bo wan nirxand û anî ziman, heta niha bi dehan ciwanên Ereb tevlî nava refên QSD’ê bûne. Serêkaniyê ragihand, nêzîkatiya gel a ji bo wan gelekî erênî ye û got: “Li van gundên hatine rizgarkirin gelek ciwanên Ereb tevlî dibin. Tevlîbûn dewam dike. Gel çiqasî me dibîne, me nas dike, hê bêhtir dibe xwedî moral. Ji me re vê dibêjin; ‘Tişta ku der heqê we de dihat gotin û ya ku me bi xwe dît, ji hev gelekî cuda ne. Bi nebaşî qala we dikirin.”
‘Gav bi gav ber rizgarkirê ve’
Dijwar Serêkaniyê diyar kir, xeta ji 40 kîlometreyî ya navbera Dêra Zor û Reqayê bi temamî hatiye paqijkirin û ew niha ji aliyê rojhilat ve ber bi Reqayê ve diçin. Serêkaniyê anî ziman, bajar ji aliyê başûr-rojava û bakur ve hatiye dorpêçkirin û got, “Em bi vî rengî ber bi Reqayê ve diçin û heta rizgariya Reqayê wê operasyonên me nesekinin. Di mehên pêş de em ê mizgîniya Reqayê bidin.”