Doh 7 şervanên QSD`ê ku di pêngava Bagera Cizîrê de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve dîl hatibûn girtin, ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin û gihîştin bajarê Reqayê. Şervanên QSD`ê ji aliyê malbatên xwe ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Şervanên hatine rizgarkirin jî ev in; Îbrahîm Ehmed, Mihemd Şêx, Mihemed Abdullah, Malk Abdullah Hisên, Mihemed Ehmed Xelîl, Ehmed Merî û Fetah Ode.
Ji fermandarên QSD`ê Kendal Reqa got, şervanên wan di kemînekê de di Şerê Tinekirina Terorê de dîl hatin girtin, bi saya şervanên QSD`ê hatin rizgarkirin û ew ê di rojên pêş de wê mizgîniya rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê bidin.
ANHA/REQA