Navenda Çapemeniyê ya YPJ'ê di malpera xwe ya înternetê de dîmenek ji Cenga Mezin weşand. Şervana bi navê Arjîn Keder a ji bajarê Girkê Legê qala şerê xwe yê ji bo rizgarkirina Reqayê kir: "Weke endameke YPJ'ê cihê xwe di nava pêngava Reqayê de digirim. Reqa, ji ber ku hem navenda çeteyan bû, hem jî gelek jin û keçên Êzîdî tê de bûn weke jinekê min xwest tevlî vê pêngavê bibim. Ji bo em jinên Êzîdî rizgar bikin. Em ê di dema herî nêz de mizgîniya serketinê bidin gelê xwe.
Hêza DAIŞ'ê ya êrîşê nema ye, lewma bi rêya wesayitên bombebarkirî, bi teqemeniyan li ber xwe dide. Moralê me sedî ji sed e. Êrîş yan jî westandin qet bandorê li me nake. Her heval hêzê dide hevalên li kêleka xwe, bi kêfxweşî şer dikin.
Di vî şerî de gelek hevalên me şehîd bûn û birîndar bûn. Lê belê her gava ku hevalekî me şehîd ket, me soza tolhildanê da. Bila dilê gelên me rehet be. Ji ber ku şervanên YPG/YPJ wê heta dawiyê berxwedana xwe xurt bikin. Ji bo parastina gel û welatê xwe wê hê bêhtir têbikoşin. Bila gelê me li benda mizgîniya rizgarkirina Reqayê be. Di demeke herî nêz de em ê mizgîniya rizgarkirina Reqayê bigihînin gelê xwe."
REQA
Mesakin Dubat hate rizgarkirin
Şervanên QSD`ê doh taxa Mesakin Dubat bi temamî rizgar kir. Ji pêr bi şev heta doh danê êvarî şerekî giran li aliyê başûrê Reqayê diqewimî û bi taybet li taxa Nezlit Şihade. Di encama vî şerî de şervanên QSD`ê çend kolanan bi pêş ve çûn û ji xetên mayînan derbas bûn. QSD`ê her wiha herêma Mesakin Dubat bi temamî rizgar kir.
Li gorî çavakniyên QSD`ê qederê 11 çeteyan hatin kuştin, termê 4`an di dest şervanan de ne. Hejmarek ji cebilxane û çekan ket destê şervanan û erebeyeke bombebarkirî jî hat îmhakirin. Li aliyê din şer li taxa Hişam Bin Ebdulmelik a başûrê bajêr û li taxa Kevin a aliyê rojhilat ê Reqayê, didome.