Piştî Cizîrê, Kantona Kobanê jî îro rêveberiya xwe ya xweseriya demokratîk îlan kir. Di civîna Meclîsa Qanûnsaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê de Serokê Meclîsa Rêveber, du alîkar û 22 wezîran sond xwarin.

Civîna Meclîsa Qanûnsaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi beşdariya hemû endamên Meclîsa Qanûnsaziyê saet di 09.00’an de dest pê kir. Di civînê de Serokê Meclîsa Qanûnsaziyê Nîhad Ehmed axaftina vekirinê kir û xêrhatine mêvanan kir. Piştre deqeyek rêz hate girtin Hevserokên Meclîsa Qanûnsaziyê Nihad Ehmed û Fewziye Ehmed axivîn.
Piştre Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim hat ser dikê û navên wezîran xwendin. Wezîrên ku navên wan hatin xwendin jî yek bi yek derketin ser dike û piştre ji aliyê meclîsê ve hatin erêkirin. Dûre wezîran yek bi yek sond xwar. Piştî axaftinan wezîr hatin pîroz kirin û civîn bidawî bû. Piştî civînê beşdar wê tevlî şahiya pîrozbahiya îlankirina rêveberiyê ku dê saet di 12.00’an de bê lidarxistin bibin.
Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, di civîna 21’ê Çileyê ya Meclîsa Qanûnsaziyê ya Kantona Cizîrê de hatibû îlankirin. Di encama civîna duh a Meclîsa Qanûnsaziyê ya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, biryar hat dayîn ku rêveberiya Kantona Efrînê jî di 29’ê Çileyê roja Çarşemê bê îlankirin.
Li her sê kantonan sê di nava çar mehan de hilbijartinên giştî werin kirin û parlamentên kantonan bên nûkirin.

Cenevre 2 me têkildar nake
Serokwezîrê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Enwer Muslim da xuyakirin ku pirsgirêkên li Sûriyeyê bi rêbaza leşkerî nayê çareserkirin û got, “Bi armanca çareseriyê van rojan li bajarê Cenevreyê hevdîtin têne lidar xistin. Lê belê hêzên ku li ser erdê xwedî biryar in ji hevdîtinan hatine dûrxistin, lewma em radighînin ku biryarên Cenevre 2 me têkildar nakin.” Serokwezîrê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Enwer Muslim di civîna Meclîsa Qanûnsaz a Demî de, li ser navê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê daxuyaniyek xwend.
Muslim cangoriyên şoreşê bibîr anî û destnîşan kir ku îlana Kantonê bi ked û fedekariya cangoriyên Kurdistanê pêk hatiye. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:” Weke tê zanîn, piştî ku Meclîsa we ya rêzdar belgeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk erê kirin, bii rêxistin, dezgeh, saziyên civaka sivîl, tevgerên jinan û ciwanan û kesayetên welatparêz re hevdîtin hatin lidar xistin û biryar hate girtin ku Rêveberiya Kantona Kobanê bê avakirin.”
Di daxuyaniyê hate destnîşan kirin ku Kantona Kobanê di pêvajoya şoreşê de pêşwaziya hemû koçberên ku ji seranserî herêmên Sûriyeyê ji ber şer û pevçûnan reviyane kiriye û wiha hat gotin:” Piştî rizgarkirina gund, bajar û bajarokên kantonê, herêm bi biryareke siyasî ji aliyê hêzên di bin banê Koalisyona Opozisyona Sûriyê de dixebitin hate dorpêçkirin, li dijî herêmên Kantonê şer hate îlankirin û hemû rê û deriyên sînor jî hatin girtin. Di encama vê ambargoyê de pêdiviyên jiyanê yên sereke kêm bûn.” Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ev kiryar hemû bi armanca şikandina vîna azad a gelê herêmê hatine pêkanîn. Daxuyaniya Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê wiha dewam kir:” Ji bo dagirtina valahiya Rêveberiyê, peydakirina pêdiviyên welatiyan yên civakî, aborî û ewlekariyê pêwîstî bi avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hebû. Ji ber wilo destpêkê de Meclîsa Qanûnsaz a Demî ku gelek pêk hate û rêxistinên siyasî û civakî cihê xwe di nav de digirin hate avakirin. Meclîsa Qanûnsaz a Demî piştî ku di civîna roja 21`ê Çileya 2014`an de hate erê kirin, ez (Enwer Muslim) wek serokê Meclîsa Rêveber hatim erkdarkirin. Li ser vê erkdariyê me bi hemû aliyan re hevdîtin pêk anîn û me Wezaretên Meclîsa Rêveber destnîşan kirin. Wezaretên Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê roja 27`ê Çileya 2014`an ji aliyê Meclîsa Qanûnsaz ve hate erê kirin.”

‘Rêveberî ji bo xizmeta gel e’
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Rêveberiya Demî ne li dijî yekîtiya axa Sûriyê ye, her wiha ew ne li dijî ewlehî û aramiya dewletên cîran e. Muslim da zanîn ku Rêveberî dê ji îro û şûn ve dest bi avakirina saziyên sivîl û yên ewlekariyê bike û got: “Rêveberî dê ji bo rakirina ambargoya li ser herêmên kantonê, pêkanîna pêdiviyên welatiyan ên aborî, xizmet, çandî, civakî têbikoşe. Rêveberî her wiha dê kantonê li dijî êrîşên rêxistinên girêdayî El-Qayidê biparêze û dê amadekariyên hilbijartinên giştî ji bo hilbijartina Meclîsa Qamûnsaz û Meclîsa Rêveber a mayînde jî têbikoşe.”

Gelên Sûriyeyê temsîl nakin
Daxuyanî wiha dewam dike: “Em wek Meclîsa Rêveber a Demî ya Kantona Kobanê bang li aliyên ku li Sûriyê şer dikin ku xwîna ku tê rijandin rawestînin, ambargoya li ser herêman rabikin û rê bidin ku alîkariyên mirovî derbas bibin û girtiyan jî berdin.”
Di daxuyaniyê de der barê civîna Cenevre 2 jî ev tişt hatin gotin: “Em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêka Sûriyê ne bi rêbazên leşkerî lê belê bi diyalog û lihevhatinê dê çareser bibe. Bi armanca çareseriyê van rojan li bajarê Cenevreyê hevdîtin têne lidar xistin lê belê hêzên ku li ser erdê xwedî biryar in ji hevdîtinan hatine dûrxistin, lewma em radighînin ku biryarên Cenevre 2 me têkidar nakin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ji raya giştî ya cihanê û rêxistinên mirovî hate xwestin ku ji rewşa Kurdan agahdar bin û li hember êrşên komên çete yên DAIŞ`ê, Cebhet El-Nusra, Eniya Îslamî û komên din ên çete ku li dijî welatiyên Kurd ên sivîl êrîşan pêk tînin, piştgiriya Rêveberîya Demî bikin.
Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê di dawiya daxuyaniya xwe de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) silav kir û ji malbatên cangoriyên şoreşê jî sersaxî xwest. Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê îlankirina Rêveberiyê diyarî hemû cangoriyên şoreşê şoreşê kir.

Pêktatiyên Meclîsa Qanûnsaziyê

Di daxuyaniyê de navên rêxistin û saziyên ku tevlî nava Meclîsa Qanûnsaz a Demî ya Kantona Kobanê bûne jî wiha hatin rêz kirin: Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Însiyatîfa Jinên Sûriyeyê, Partiya Çap a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Meclîsa Parêzerên Kobanê, Meclîsa Tenduristiyê, Meclîsa Kurdên Zelal, Meclîsa Rûspiyê bajarê Kobanê, Meclîsa Neteweyî a Muxalefetê, Kesayetên serbixwe yên Kantona Kobanê, Rêxistinên mafnasî û mirov, Desteya Kar û Barên Olî, Komeleya Tîrêj, Yekîtiya Xwendekarên Kurd, Tevgera Çand û Hunerê.

Rêveberiya Kantona Kobanê


Serokê Meclîsa Rêveber
a Kantona Kobanê: Enwer Muslim
Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber:
Bêrîvan Hesen
Cigîrê Serokê Meclîsa Rêveber:
Xalid Birgil Mehemed
Wezîrê Karên Derve: Îbrahîm Kurdo
Wezîrê Parastinê: Îsmet Şêx Hesen
Wezîrê Karên Hundir:
Ehmed Osman Dadilî
Wezîrê Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan/Komîtiya Plankirin û Jimartinê:
Mistefa Ebdî Mehemed
Wezîra Maliyê: Eliya Sîdî
Wezîrê Karûbarên Civakî:
Mehmud Bişirî Beşar
Wezîrê Perwerdeyê :
Hisên Mehemed Elî
Wezîra Çandiniyê: Gulistan Etî Bikî
Wezîrê Tenduristiyê:
Dr. Neesan Ehmed
Wezîrê Bazirganî û Aboriyê:
Mehmud Bozan Muslim
Wezîrê Malbatên Şehîdan:
Mehemed Şeban
Wezîrê Çandê: Ebdilrezaq Elî
Wezîrê Veguhestinê:
Riyad Temo Mistefa
Wezîrê Ciwan û Werzîşê:
Welat Derwîş Derwîş
Wezîra Turîzm û Şunwariyê:
Mîdya Hemo Genco
Wezîrê Karûbarên Olî:
Mehemed Zahir Mistefa
Wezîra Karûbarên Jin û Malbatê:
Wehîde Umer
Wezîrê Mafên Mirovan: Faruk Şahîn
Wezîrê Çavdêriyê: Ehmed Daban
Wezîrê Enformasyonê:
Şevîn Mehmud
Wezîrê Edaletê: Ewas Xelîl Elî
Wezîrê Enerjiyê: Fazil Mistefa Ehmed

ANHA/KOBANÊ