Fermandarê QSD’ê Simko Şikakî pêngava Bagera Cizîrê, ku li Dêrazorê tê meşandin, nirxandin. Fermendar Simko Şikakî diyar kir ku di rojên pêş de wê mizgîniya rizgarkirina tevahiya gundewarên Dêrazorê ragihînin.
Li ser rewşa dawî ya herêmê Simko Şikakî ev agahî parve kir:”Çeteyên DAIŞ`ê li hember vîna şervanên me roj bi roj têk diçin. Şervanên me gihaştine bajarokê El-Sûse. Niha şerên dijwar di navbera şervanên me û çeteyan de li gundê El-Miraşdê yê ku dikeve başûrê El-Sûse li ser çemê Firatê, rû didin. Ji aliyê El-Baxozê ve şervan ber gund ve pêş de diçin û gihaştin pirê.Bi rêya korîdora QSD`ê bi hezaran sivîl ji herêmên ku DAIŞ`ê dagir kiriye, derdikevin.Sivîl di derketinê de zehmetiyan dikişînin, ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê wan wek mertalên zindî bi kar tînin.”
Em li ser soza xwe ne
Di dawiyê de fermandarê QSD`ê got,”Soza ku me dabû gelê xwe emê di demek nêzîk de bi cîh bînin.Di rojên pêşiya me de em ê mizgîniya rizgarkirina tevahiya gundewarên Dêrazorê bidin gelê xwe.”
ANHA/DÊRAZOR