Di 22 yê îlonê de li çiyayê Şengalê konferansa jinên Êzidî tê lidarxistin. Endamên Meclisa Jinên Şengalê û Hebo Murad û xwîşka Nadiya Murad e, ew vexwendin konferansê. 


Em dilên xwe bikin yek

Xwişka Nadya Murat Hêbo Murad keda xwişka xwe ya navneteweyî de pîroz kir û got: “Ez dixwazim carek xwişka min were cem me Şengalê û halê jinên Êzîdî bibîne. Hemû Êzîdxan û xêrxwazên Êzîdxanê bi vî karî serbilind in, bi taybet malbata wê. Xwişka min bû dengê jinên Êzîdî. Divê carekê were ser axa xwe ya pîroz û em dilê xwe bikin yek.”


Ew ê bibe serbilindî ji bo Êzîdxanê

Endama meclisa jinên Êzidî ya Şengalê Ferîde Sedo jî Nadiya Murad dawetî konferansa jinên Êzîdî ya Şengalê kir û got: “Heya em sax in em piştgiriya wê dikin û ji pişt wê venagerin. Di 22´ê Îlonê de konferansa jinên Êzîdî yên Şengalê heye. Em dixwazin li Şengala birîndar hazir be, da ku em kul û êşên xwe bi hev re parve bikin. Ew ê bibe serbilindiyeke pirr mezin ji bo Êzîdxanê.”


Nadiya Murad bû wek ronahiyek li Êzîdxanê

Endama Rêvebiriya Meclîsa Avaker ya Şengalê Behar Yûsif jî xelata ku Nadiya Murad girtiye wek serketina Êzîdiyan bi nav kir û got: “Êzîdxan û dostên Êzîdxanê hemû bi vî karî serbilind in. Nadiya Murad bû ronahiyek di nav Şengal û Êzîdxanê de, Êzîdaxan wê her bimîne. Nadya Murat wek keçeke Êzîdî hatiye naskirin, li ser wî bingehî kar û xebatê dike. Lê divê ew vî karê xwe bike malê hemû jinên Êzîdî û di nava xebatên Jinên Êzîdî de cihê xwe bigre. Ew Şengala ku di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bû îro hat rizgarkirin. Keç û jinên ku ji destê DAIŞ‘ê xilas bûne îro dibin îrade, xwe rêxistin dikin. Rêxistin girtina pêşiya fermanan e. Em bang li keça xwe Nadiya dikin, bila di konferansa jinên Êzîdî de hazir be.” 


ŞENGAL