Li Kurdistanê di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de çavkaniyên dewlemend yên bin erdê û ser erd ji bo ku ji tasarufa gel re bê hiştin, atolyeyê amadekariyê yên ‘Kongreya Aboriya Demokratîk’ didome.Endama Komîsyona Aboriya KCD’ê Ekolojîst Ozlem Yenîay diyar kir ku modelên cîhanê li ber çavan digirin û ji bo ku pêşî li wêrankirina xweza, mirov û dîrokê bigirin modelên demokratîk, wekhev, ekolojîk û jina azad nîqaş dikin. Yenîay da zanîn ku bi têkoşîna ku tê dayîn re ji bo ku lingê aboriyê bihûnin li gorî gel modelek nû digirin dest.

Ji Zanîngeha Mîmar Sînan ekolojîst Ozlem Yenîay da zanîn ku di çarçoveya Projeya Xweseriya Demokratîk de modela demokratîk, ekolojîk û wekhev pêkane. Yenîay pirsên ANF’ê bersivand.

Hun dikarin xwe bidin nasîn? Hun di atloyayên aboriya KCD’ê de cih digirin?

Belê ez di koma aboriya jiyana nû de cih digirin. 8 mehe xebatên me didome. Bi KCD’ê re ji bo Konferansa Aboriya Alternatîf di xebatên atolyeyan de cih digirin. Her wiha 4 sale xebatên me yên ekolojîk didomin. li ser berxwedan û jinan teza min a doktora dê der barê wêde be. Ez di Platforma Serildana Behrareş de cih digirin. Dema em van atolyeyan plan dikin,armanca me ev ku em Kurdistanê wekê ku endustriyel û kapîtalîzma hov zêde neketiye dinixirxînin. Em têkoşîna 30 sale tê dayîn û qadê hatine girtin jî li ber çavan digirin û em vê derê wek cihekî ku dikare jiyanek ku lê bê înşakirin dibînin. Di nexweşerêya Birêz Abdullah Ocalan de jî tê gotin ku heta înşakirina aborî tunebe têkoşîn nagihêjin cihekî. Li ser vê em jî xebatên akademîk dimeşînin.

Kapîtalîzm mirovan xwe ve girê dide. Lê mirov nekarin bêjin ku li Kurdistanê gel bi giştî bi xwe ve girêdaye?

Em kapîtalîzmê wekê ku mirov nekare bi ser bikevin, mirov nekarin dest jê berdin û ji nav derkevin dinirxînin. Kapîtalîzm xwe jî xwe wisa dide nasîn û em jî wisa dibînin. Ji qadê hevpar û piştevaniyê yên me avakirin û heta fikrên me, heta qadên me yên hilberînê, mirov karin înşakirinên din bibînin? Li dijî aboriya kapîtalîst divê aboriya piştevaniyê bikeve jiyanê. Bi înşakirina aboriya alternatîf re,divê aboriya bikarhêner bê xistin. Bi xistina bikarhêneriyê re, divê mirov dîsa bi ax, xwarin, fêdî, sebze xwere bê cem hev.

Modela ku niha ku li atolyeyê li ser nîqaş dikin berê binsesaziya wê hebû? Modela li Kurdistanê hat pêşniyarkirin dikare pêşî li xizaniyê bigire?

Em dixwazin proje an jî modele ku  tiştan li me ferz nake pêşniyar bikin û vê nîqaş bikin. Divê ev raste an ne raste, ji nûve bê axaftin. An jî bi mirovan re li ser pirsgirêkên wan yên herî re axaftin û riya çarseriyê dîtin.  Ji ber vê em modela demokratîk, civakî û ekolojîk dibêjin. Yanî em van hemûyan cuda cuda girîngiya wan dibêjin.  Ji ber vê jî titşekî wisa heye, petrol, made, av û veguhestina bajarî. Dema ev dibin mijara gotinê ji bo gel modela çareseriya alternatîf neyê pêşkêşkirin bê guman nirxê pereyê ku ferzkirin neçare bê bibînin. Yanî divê ne navenbûna mirov; divê parastina hemû mirovan û çand, dîrok û ziman bê kirin. Ev jî vê nîşan dide divê em xwedî li hemû cîhanê derkevin. Divê em xwedî li hemû zindî û pergala eko derkevin.
Mînak petrola li Êlihê tê hilberandin bo Kocaeliyê tê pompekirin, yanî bajarê Rojava tenê ji petrola Kurdistanê fêdeyê digirin! Ji siyasetmedarê Kurd û ekolojîstan jî bertek hatibû....

Li vê herêmê modelên herî di cih de kîjanin?
Mînak gelek ekolojîst dibêjin bila êdî maden û petrol dernekve. Hemû hêza sermayeyê ya cîhanê çav berdaye dewlemendiya bin erdê û ser erdê ya Kurdistanê. Ger îro li Kurdistanê referandumek çê bibe, biryara derketina petrol, av û madenê bê dayîn ev bikarhênerî li gorî pereyan be û bive bikev pêşbikarka pereyan, wê demê tu ferqa me ji wan namîne
Di nîqaşên beriya atolyeyan de jî me li ser mînakan nexşerêyek xêz kir.  Me mînakên li cîhanê pêk tên li ber çavan girt û kêmasî û zêdebûnên wê dîtin. Lê ligel van hemûyan divê modeleke ji ya dewletê dur bihata avakirin. An jî mirov nekarîbûna modeleke din ava bikira. Ji ber wê jî Xweseriya Demokratîk û bihêzbûna rêveberiyên herêmî   gelek girîng bû.  Di encama van atolyeyan de dê mijarên ku şaredarî dikarin li ser çi bikin derkeve holê.



FERHAT ARSLAN/DÎHA/ÊLIH