Enstîtuya Lêkolîna Civakî ya Amedê (DİSA), di meha cotmeha 2010'an de li ser perwerdehiya zimanê zikmakî lêkolîn pêk anî û rapora bi navê "Di zimanê zikmakî de modelên perwerdehiyê" amade kir. DÎSA'yê rapora ku amade kir ji bo niqaşê ji cemaweriyê re vekir û diyar kir ku êdî dema perwerdehiya bi zimanê zikmakî hatiye. Rapor, dê bi panel, semîner û civînan şeklê xwe yê dawî bistîne.

Pirtûka Birîna Ziman
Koordînatorê projeyê Atalay Goçer, têkildarî proje û lêkolinê diyar kir ku wan ewil di cotmeha 2010'an de dest bi vê xebatê kir û wiha got: "DÎSA ji bo pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê pirsgirêka perwerdehiya zimanê zikmakî çareser bike dest bi lêkolînê kir. Piştî li ser zimanê zikmakî lêkolîn kir raporek amade kir. Di nava xebatên lêkolînê de Alk. Doç. Dr. Vahap Coşkun, Hîndekara Zanîngeha Yeditepe Alk. Doç. Dr. Nesrin Uçarlar Hindekarî Zanîngeha Sabanci û mamosteyê Kurdî Şerîf Derînce cih girtin û rapor amade kirin. Me di serî de pirtûka bi navê "Birîna Ziman" çap kir. Beriya ku em pirtûkê çap bikin me bi xwendekarên bi zimanê zikmakî zanin û nizanin re hevditin pêk anîn. Me di çarçoveya lêkolîna pirtûkê de bi 39 kesan re hevdîtin pêk anî. Pişt re me 2 hezar û 500 pirtûka "Birîna Ziman" bi Kurdî û tirkî çap kir."

Ji bo lêkolînê broşur
Goçer, anî ziman ku ji bo proje û rapora xwe firhtin bikin di serî de broşura bi navê "Birîna Ziman" amade kirin û ji zimanzan, lêkolîner, hîndekar û nivîskaran re şand. Goçer, bilêv kir ku wan xwest her kes nerîn, rexne û pêşniyarên xwe li buroşurê zêde bike û bi vî rengî lêkolînê dewlemendtir bikin. Goçer, bilêv kir ku wan bi Kurdî û tirkî buroşur çap kirin û wiha got: "Pişti me ev buroşur belav kirin hem pêşniyar û hem nerîn û rexneyên xwe bi mere parve dikin. Dîsa di pêşengiya mamoste Şerif Derince de me buroşura bi navê "Modelên perwerdehiya ziman û dewetên mînak" çap kir. Me di vê buroşurê de mijarên wekî 'Moelên Pewerdehiya ziman, zindîkirina zimanên herêmî, di nava çadan de modela cotzimaniyê, modelên perwerdehiyê yên pir zimanî yên li Afrika û Hindistanê' cih digirin. Di buroşura sêyemin de jî bi navê "Hîndekarên bi Kurdî perwerdehiyê bidin" amadekarî hate kirin. Em dê 3 broşurên din derxin û niqaşan zêdetir bikin."

'Me sê komcivîn pêk anîn'

Goçer, destnîşan kir ku ji bo raporê amade bikin 3 komcivînên cuda pêk anîn û wiha berdewam kir: "Me di 7'ê Gulana 2011'an de bi navê 'Li Kurdistanê pirsgirêka xwendekarên Kurd ên ziman û perwerdehiyê komcivîn pêk anî. Xwendekarên ku ji Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Çewlîk, Amed, Riha û bajarên din hatin tev lê bûn. Me di vê komcivînê de li ser pirsgirêkê ziman û perwenrdehiyê niqaş meşand. Me komcivîna 2'emîn di 4-5'ê tîrmehê de bi navê "Li cihê ku Kurd koç dikin pirsgirêkên ziman û perwerdehiyê" pêk anî. Xwendekarên ji Edene, Mêrsîn, Îzmir, Stenbol û bajarên din tev lê bûn. Me komcivîna 3'emîn jî di 30'ê gulanê de bi navê "Di perwerdehiya zimanê zikmakî de modela Swêd" pêk anî. Di vê komcivînê de pisporên ziman û perwerdehiyê yên welaten derve hatin beşdar bûn. Pisporên wekî Susan Malone, Carol Banson û Najmalddin Araz Abdullah ceribînên xwe bi pere parve kirin. "
Goçer, daxuyand ku piştî komcivînan di 26'ê sibatê de pêşnûmeya "Di zimanê zikmaki de modela pirzimanî a dewamî" amade kirin û wiha berdewam kir: "Em dê vê pêşnûmayê bi cemaweriyê re parve bikin. Em dê di meha adarê de temam bikin û pêşkêşî meclîsê bikin." 

Pêşniyar a 5 modelan

Di raporê de pêşniyarên modelên perwerdehiya zimanê zikmakî wiha ne:
Model 1: Perwerdehiya li ser bingehê Kurdî û gav bi gav perwerdehiya pir zimanî. Di vê modelê de kesên bi Kurdî zanin û pir bi Kurdî diaxivin cih bigirin.
Model 2: Perwerdehiya hevsengiya bi Kurdî û tirkî. Di vê modelê de kesên baş bi tirkî û Kurdî zanibin dê cih bigirin.
Model 3: Perwerdehiya li ser bingehê tirkî û pir zimanî. Di vê modelê de xwendekarên Kurd ên tenê bi tirkî zanibin dê cih bigirin.
Model 4: Perwerdehiya xwendekarên zimanê wan bûye tirkî. Di vê modelê de xwendekarên ku di serî de bi tirkî perwendehiyê dibînin dê cih bigirin.
Model 5: Perwerdehiya ji bilî Kurdî û tirkî pir zimanî. Di vê modelê de li bajarên ku zêdetir Kurd lê dijîn û ji bilî Kurdî û tirkî perwerdehiya zimanê din lê tê dîtin. 

DÎHA/AMED