Polîsên Hollandayê ragihand ku li gara trenê ya Amsterdamê bi kêrê êrişek hatiye kirin û 2 kes birîndar bûne. Polîsên Hollandayê bi rêya twîtterê daxuyaniyek weşand û got, “Li gara Amsterdam-Centralê piştî bûyereke bi kêrê, polîs gule berda kesekî gumanbar.” Polîsan ragihandin ku piştî demeke kin gar hatiye girtin û 2 birîndar û êrişkarê birîndarkirî rakirine nexweşxaneyê. Li ser bûyerê hîn agahiyeke berfireh nehatiye dayin. AMSTERDAM