Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye. Qasimlo 22'ê Kanûna sala 1930´î li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Urmiyeyê dest bi rêwîtiya xwe ya jiyanê kir ku weke îro beriya bi 28 salan (13'ê Tîrmeha 1989´an) bi guleyên terorîstên rejîma Îranê li paytexta Awusturya Viyanayê bi dawî bû. Ew siyasetvan û pêşengekî tevgera Rojhilatê Kurdistanê bû. Qasimlo serokê PDK-Îran a wê de mê bû û bi destê kujerên dewleta Îranê bi xayînî hat qetilkirin.

Qasimlo ji malbateke darîçav û navdar a Urmiyê bû û piştî qedandina xwendina xwe amadeyî, li Tehranê xwendina xwe dewam dike. 


Bi ciwanî siyaseta Kurdewar nas kir

Çalakiyên wî yên siyasî sala 1945'an, dema ku hê 15 salî bû, bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê) li bajarê Ûrmiyê dest pê kir. Piştî ku Komara canemerga Kurdistanê (Mehabad, 1946) têk çû, Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Pişt re ew bû endamê fêrmî yê Hizbî Demokratî Kurdistan. Bi vî rengî wî armanc û riya xwe ya dûr û dirêj hilbijart. Di kar û xebata siyasî de dayika Kurd Mîna Qazî jî gelek hevkariya wan dikir û bi hemû îmkanên xwe yên madî û manewî hevkariya HDK-Î û ciwanên Kurd dikir.

Ebdulrehman Qasimlo di 18 saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû Fransayê. Piştî demekê ji wir çû Çekoslovakya û piştî ku li zanistgeha Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî - civakî de stand, sala 1952'an di çaxê desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq de vegeriya Îranê. Li wir di xebata li dijî emperyalîzmê ya ji bo milîkirina petrola gelên Îranê de li rex hêzên opozîsyonên rejîma seltenetiya M. Reza Pehlewî cih girt. 

Piştî ku pênc salan li dijî emperyalîzmê xebitî, Dr. Qasimlo careke din vegeriya Çekoslovakya û karî sala 1962'an ji zanistgeha Pragê doktora xwe ya di para aboriyê de wergire.


Li Sorbonneê mamoste bû

Dr. Qasimlo heya sala 1970'î wek mamoste li zanîngeha Pragê de li ser aboriya kapîtalîst, ekonomiya sosyalîst û li ser teoriya bipêşketina aboriyê ders da. Dr. Qasimlo ji sala 1976'an heya 1978'an di para ziman û bajarvaniya Kurdan de di zanistgeha Sorbonneê li Parîsê, ders dan. Wî bi nivîsandina çend babetên cur bi cur di rojname û kovarên ewrûpî de li ser jiyana civakî, dîrok û rewşa siyaseta Kurdan di wê demê de karî heya radeyekê dîrok û pirsgirêka gelê Kurd baştir bi raya gişti ya Ewrûpayê bide nasîn.

Piştî ku Mihemed Riza şah Pehlewiyê sala 1979'an gor bi gor ji Îranê reviya, Dr. Qasimlo vegeriya Rojhilata Kurdistanê û xebata xwe ya siyasî bi rengekî berfireh li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê da destpêkirin. Piştî serhildana hemû gelên Îranê, Kurdistan ket destê şoreşgerên Kurd û xelkê welat xwe azad û serbest hîs kir.

Piştî ku sala 1979’an meleyê ku serokê beşa mihafezekarên dînî ya mixalefeta Şahî, Ruhillah Xumêynî ji Parîsê vegeriya Îranê û bi damezrandina komara Îslamî, dîktatoriya xwe bi darê zorê li Îranê rûnand. Wê demê piraniya xaka Rojhilatê Kurdistanê bi hêz û hevkariya her du rêxistinên Kurdan yên serekî (Komele û HDK-Î) ji bin desthilatdariya dewleta Pehlewî hatibû azadkirin. 


Êrişa rejîmê ya li dijî Kurdistanê

Vê rewşê zêde nekişand, rejîmê daxwaza HDK û KOMELEyê ya bi gotûbêj û hevdîtinan çareserkirina pirsgirêkan red kir û bi artêş, pasdarên Komara Îslamî dest bi êrişên xwe kir; bi hemû hêza xwe jî wan nekarî hêzên gel li Rojhilatê Kurdistanê li şikestê rast bikin. Rejîmê dema zanî ku bi şerê çekdarî nikare bi berxwedana gelê Kurdistanê bişkîne 19´ê Tebaxa 1979´an li dijî gelê Kurdistanê şerê topyekûn ragihand. HDK-Î û KOMELE neçar man ji Rojhilatê Kurdistanê derkevin. 

Piştî ku komara îslamî bi hemû şêweyan şerê xwe yê dijî Kurdan dest pê kir, HDK û KOMELE´yê şerê xwe yê çekdarî bi şêweyên partîzanî û bi berfirehî li hemû deverên Rojhilatê Kurdistanê dewam kirin. Ev siyaseta Dr. Ebdurrehman Qasimlo bû û vê taktîka Kurdan dewleta Îranê xiste nava tengaviyên mezin û pirsgirêka Kurdistanê di qada navnetewî de deng veda. Şerê partîzanî li Kurdistanê didomî û hakimiyeta dewleta navendî li Kurdistanê lawaz bû. Ji bo wê jî Refsencanî, Xaminêyî û berpirsyarê giştiyê îstixbarata Îranê, Elî Felahyan, hatin ba hev û biryar dan ku bi navê diyalogê xwe nêzî serokê giştiyê HDK-δyê Dr. Qasimlo bikin.

Yekemîn car Kanûna pêşî ya sala 1988´an û cara duyemîn, Çileyê sala 1989´an Dr. Qasimlo û nûnerên Komara Îslamî hatin ba hev.


Kujer bi hevkariya rejîmê û Awusturyayê filitîn

Roja 13´ê Tîrmeha sala 1989´an, ji bo cara sisêyê berdevkên Komara Îslamî Hacî Mistefa Lacwerdî, Ceefer Sehrarûdî û zilamek din bi navê Emîr Mensûr Bozorgyan ji bo gotûbêjê li paytexta Awusturyayê Viyaneyê hatibûn dîtina Dr. Qasimlo, ji nişkê ve zimanê silahên wan xwînrijan peyivî û bi du guleyên ku ji demanceya yek ji nûnerên dewleta Îranê derket, Dr. Qasilo hat şehîd kirin. Piştre her du hevalên wî Dr. Fazil Resûl û Ebdullah Qadirî Azer nûnerê HDK-δyê li Ewrûpayî jî hatin şehîdkirin. Di vê bûyerê de herçend Ceefer Sehrarûdî jî birîndar bûbû û tiştekî eşkera bû ku destê wî û hevkarê wî Hacî Mistefa Lacwerdî di vê cinayeta hovane de heye, îdareya polîsên Awusturyayê di pratîkê de ji bo girtina wan karek nekir. Ceefer Sehrarûdî piştî dermankirinê di ser balyozxaneya Îranê re roja 22´yê Tîrmeha 1989´an çû Tehranê. Emîr Mensûr Bozorgiyan jî çend rojan ji aliyê polîsê Awusturyayê ve hat girtin û hikmê girtina wî jî bi fêrmî hat dayîn, lê dewleta Awusturyayê hikmê girtina wî hilanî û ew jî ber bi Tehranê hat bi rêkirin.

Xêzana Dr. E. Qasimlo û HDK-Î li dijî vê cinayetê şikayetnameya xwe teslîmî dewleta Awusturyayê kirin û mehkeme heta niha jî bêencam û sûd didome.


NAVENDA NÛÇEYAN