
Pelda Bal da xuyakirin ku ji ber li Kurdistanê yekemcar şanogereke jin lîstika yek kesî dilîze, wê texmîn nedikir ku ewçend reaksiyonên erênî were nîşandan û destnîşan kir ku pêwistiya şanogeriya Kurd bi lîstikên ezmûnî heye. Bal got, "Ji ber ku lîstika me lîst, bi nêrîna hunerî hestiayriya civakî radixist pêş çavan, eleqeyeke mezin dît. Dikarim bêjim ku teksta (metna nivîsê) lîstika min a niha gelekî zehmet e. Testa her du lîstikên min Fevzî Bîlge nivîsand û Giyasettîn Şehîr derhêneriya wê dike."
'Bi zimanekî îronik tinebûna felekê'
Pelda Bal diyar kir ku lîstika "Du Xelek û Nîv" bi temanî psîkolojiya rewşê dinirxîne û balê dikşîne ser gotina "Felek" ku gava mirov li tiştekî nebaş rast tên, xwe li vê gotinê digirin. Bal da xuyakirin ku lîstik behsa tinebûna felekê dike û wiha peyivî:
"Promiyera vê lîstikê wê li Festîvala Şano ya Êlihê be. Lîstik; bi beşên cuda dewam dike. Bi lîstikê re em hewl didin felekê vebêjin. Hinekî em psîkolojiya rewşê dilîzin. Em hewl didin bêjin ku felek nîne. Di dika felekê de tê vegotin ku bi gotinên felekê re mirov dilê xwe rehet dike. Ji destpêka mirovahiyê û vir ve dewam dike ku mirov sûc di tiştekî de dibînin. Em jî hewl didin vebêjin ku tiştekî wiha nîne û peyamên îronîk, wêjeyî û felsefî bidin. Bi taybetî di her lîstikê de Sakîne Cansiz cih digire. Dema bedewî û hêvî tê gotin, her gavê dibe hevala Sara. Dema her kes karibe bibe hevala Sara, hingî kes berê xwe nade Felekê."
Pelda Bal ku di temenekî ciwan de derket ser dikê û di 21 saliya xwe de lîstika bi yek kesî pêşkêş kir, piştî salekê heyecaan lîstina lîstika duyemîn dijî. Bal hestên xwe bi van gotinan tîne ziman: "Vê carê lîstika me ya monodram hêjayî festîvalê hat dîtin û wê were pêşkêşkirin. Beriya niha reaksiyonên erênî ji lîstika me ya destpêkê re hatibû nîşandan. Emê vê lîstikê jî pêşkêşî ecibandina temaşevanan bikin û hezkiriyên şano wê biryarê bide."
FERHAT ARSLAN/ANF/ÊLIH