Pêvajoya aştî û çareseriyê li van rojan hineki di bin siya bûyera li Reyhanliyê û gera Serokwezîrê Tirk Recep T. Erdogan a li Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê de ma. Ji her hêlan ve derbarê pêvajoyê de tenê pratîka Kurdan xuya dike; hinek moralê didin hinek jî didin fikirandin...

***
Çend roj berê li Bazîdê li rûyê derve yê dîwarê xaniyê rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) du alên Tirk ên gir û wêneyekî M.Kemal Ataturk hatibûn pêxistin. Ev dîmen ji cejna fermî ya 19'ê Gulanê (roja destpêkirina têkoşîna rizgariya Tirkiyeyê ya di sala 1919'an di bin serokatiya Mustafa Kemal de) pirtir dilê çapemeniya Tirk şa kir. Ev nûçe mîna bûyereke dîrokî, ji Cejna 19'ê Gulanê balkêştir û bi bandortir hate pêşkêşkirin.
Berê jî çend parlamenterên Kurd dîsa bi daxuyaniyên xwedîderketina ala Tirk ve bala çapemeniyê kişandibûn û gotina wan bûbû manşet...
Helbet bi vê pêvajoya siyasî re ezbera xelkê serûbinî dibe û di daxuyaniyên dewletê û yên rêxistinên siyasî de sembol û sloganên moralî derdikevin pêş.
Lê di vir de pirsgirêk ewe ku; bi vê helwestê tenê moralê dewletê û yê xelkê Tirk tê hesapkirin. Sembolên di hişê Kurdan de mîna sembolên înkarkirin û tunekirinê şûn girtine zêde tên bikar anîn!..
Helbet Kurd ne li dijî tu nirxên xelkê Tirk û xelkên din in. Nirxên civakî yên her xelkî mîna kaniya moralê ne. Heta ku ji bo berdewamiya wan tu zilm li xelkên din neyê kirin, divê mirov hurmetê bide wan jî. Lê pirr aşkere ye ku di vê helwesta çapemeniya Tirk de tu xêrxwazî tune ye. Mesele mîna ‘serî tewandin û îradeşikestina Kurdan’ tê bikar anîn. Yanî moraldayina xelkê Tirk hên jî bi moralşikestina Kurdan ve tê girêdan. Hêla Tirk vê yekê jî mîna serkeftineke di şerê sih salên vê dawiyê de hiltîne dest...
***
Xelkê Tirk ev nod sal e, bi nirxên netewdewletê yên bi feraseta ‘yek millet, yek al, yek ziman û yek dewlet’ê tê moralîzekirin. Kurd û civakên din ê ne Tirk jî di bin siya heman nirxan de tên înkarkirin, demoralîzekirin û qirkirin!..
Ji ber vê yekê heta ku têkîliyên Tirk û Kurdan, têkîliya dewleta Tirk bi Kurdan re li ser hurmetdayîna nirxên xelkan giştan tev ji nû ve neyê sazkirin, bawer nakim ku Kurd tu moralê pozîtîf ji vê helwestê û ji van sembolan bigirin.
Di têkîliyeke rêzdarî ya di nava du an jî pirtir hêlên civakî de nirxên moralî divê tu kesî neêşînin. Eger li hember semboleke civakî, xelkek pê dilşa dibe û yê din jî pê diêşe wê çaxê di wê têkîliyê de çewtiyek heye û ew ne têkîliyeke îradî û azad e!.. Ji ber vê yekê heta ku moralê Kurdan jî neyî hesibandin, pêvajoya nû jî wê li ser derew û xwexapandinê were saz kirin û di dawiyê de jî ne aştiyeke rast ne jî jiyaneke bi hev re dikane were avakirin!..
***
Pêvajoyên guherînê yên civakî li ser bingeha ferasetek û kultureke xweser bi ser dikevin. Bona birêvebirina pêvajoyekî xwedî feraseteke nû jî, nirxên nû yên moralî lazim in.
***
Pirsgirêka din jî; sewa ku rayedarên dewletê û xelkê Tirk îkna bibe çima tenê Kurd hewl bidin? Ma Kurdan li hemberê kîjan nirxên Tirkan an jî xelkên din bêhurmetiyek kiriye? Gelo Kurd sûcdarê çi ne ku dewletê an xelkê Tirk îkna bikin? Lê wer xuya ye ku ev jî bi serê xwe meşandina şerekî psîkolojîke! Hikûmeta Tirk bi riya çapemeniyê ev şerê psîkolojîk dide meşandin û bi hostatî dixwaze di vî şerî de rolekî bide parlamenter û saziyên Kurd jî.
Di vê pêvajoyê de bilindkirina nirxên moralî jî qasî gavên pratîkî girîng in. Bona vê yekê jî kesayetiyên Kurd beriya gotinên wer bikin divê moralê Kurdan jî hinekî bifikirin... Qasî ku bi ala Tirkan xwe bi dewletê re şîrîn nîşan bidin, divê bahsa pêşxistina saziyan û rêxistina jiyana Kurdewarî jî bikin û moralê xelkê xirab mekin!..