Endama Desteya Rêveberiya Konservatuarê Xezal Arslan di derbarê xebatên xwe de wiha axivî: "Atolyayên ku em vekin emê di qursên weke kaval, keman, erbane, saz, flut û gitar 6 mehan bidin. Armanca me ewe ku em di qadên çand û hunerê de perwerdê dibin û sazumaniyekê di aliyê çandê de avabikin. Bi salane em qursan didin û xwendekarên me yên gelek baş, gihiştine cihên bilind hene."

Xezal bilêv kir ku bi konsera mamosta û xwendekaran amadekirî dê gel motîveyî dema nû bikin û wiha domand: "Ji ber qedexeya derketina kolanan û şihadetên hatin jiyan kirin me her dem şahiya xwe ya dawiya salê paşde xist. Ji bo ku xwendekar û malbatên me kêm jî be hinek motîve bibin, emê konserekê lidarbixin. Li gel konserê projeyek me ya bi navê 'Hêvî' ku xwendekar û xebatkarên konservetuarê amadekirî heye. Dê çalakiya me ya dinê jî ji lorînên kurdî bên pêşkêş kirin." 


 JINHA/AMED