Şiyê
Carinan dema hêvî lawaz dibin, şer, pevçûn, kuştin, wêrankirin û koçberî serwer dibin, derfetên lihevkirinê zehmet dibin û di meydana civakê de belavbûnek peyde dibe. Tam di van kêliyan de li pişt taritîyekê ronahî, li pişt zivistaneke dijwar, biharek bi roja xwe ya tînder, derdikeve û tîna wê dide dilê kesên welatparêz, ên xwedî wijdan û bi exlaq. Ev hêz dikare bibe hêviya civakan û bibe hêza çareseriyê. Ev rastiyek e.
Rewşa Sûriyê ber bi aloziyeke mezin ve diçe, du hêzên mezin li ser xaka Sûriyeyê serweriya xwe didomînin, dewleta dagirker a Tirk, piştî Ezaz û Cereblusê, Bab dagir kir û grûbên çekdar firotin hêzên cîhanî, oposîzyona ku ketiye dû parvekirina desthilatdariyê, li Cenevreyê kom bûye û bazara parvekirina desthilatdariyê dike. Di rewşeke wisa de MSD’ê duyemîn kongreya xwe li bajarê Dêrîkê bi beşdarbûna 125 delegeyan ji bajarên Sûriyê yên weke Şam, Hema, Humus, Herêmên Şehba û Helebê, Minbîc, Girê Spî û ji her sê kantonên Rojava, dîsa nûnerên jinan, ciwanan û baweriyan ji hemû pêkhateyan li dar xist.
Ev kongre xwe dispêre projeya neteweya demokratîk ku prensîbên wê yên bingehîn welatê hevbeş, hemwelatiyên azad û civaka demokratîk, destûra bingehîn a demokratîk û çareseriya demokratîk bi beşdarbûna hemû beşên civakê yên berfireh e. Ev proje tarzekî jiyanê yê nû ye, li beramberî krîza ku cîhana me tê de dijî, di hêla pergalê de, dîsa li beramberî projeya Rojhilata Navîn a Mezin bi pêşengiya modernîteya kapîtalîst, bi pêş dikeve û dixwaze herêmê dîzayn bike. Di vê dîzaynê de dixwazin herêmê weke dewletokan parçe bikin heta ku karibin kontrol bikin. Projeya MSD’ê dikare banga hemû gelan, etnîsîteyan, baweriyan, jinan, ciwan û kedkaran, hemû hêzên xwe li derveyî pergala heyî dibînin û dixwazin bi awayekî azad û bi hev re bijîn, pêk bîne. Li ser vê bi salan e di bin siya şoreşê de xeta siyaseta demokratîk têdikoşe û dixwaze eniyeke oposîzyona demokratîk ava bike. Di vî warî de em dikarin bibêjin, heta astekê bi ser ketiye û hîn hewldanên xwe didomîne.
MSD dengê wan hêzan e ku bawer dikin, çareserî di navbera Sûriyeyiyan de wê karibe bê çêkirin. Bi qasî ku QSD li ser erdê bi qehremanî li ber xwe dide û xaka Sûriyê rizgar dike, ewqasî MSD dikare bibe sîwana wan a siyasî.
Di kongreya MSD’ê de belgeya siyasî û nexşerê hat nîqaşkirin û erêkirin. Di van belgeyan de tê destnîşankirin ku êdî Sûriye bi ti rengî weke berê bi awayekî navendî bi rêve naçe. Pergaleke ne-navendî, federal û demokratîk gengaz e. Dîsa ji bo Sûriye bibe ya hemû gelên Sûriyê, pêwîst e navê wê li şûna Komara Erebî ya Sûriyê, bibe Komara Sûriyê ya Demokratîk. Mafên hemû pêkhateyên herêmê ango Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez, Suryanî, Asûrî di hêla siyasî, civakî û xwe bi rêveberinê divê bê misogerkirin. Dabeşkirina aborî bi awayekî adil, mafên çand, ziman û xwe-parastinê yên herêman û hemû herêmên di bin banê Komara Sûriyê ya Demokratîk de bi cih bibin û bi jiyana hevbeş serbilind bibin. Li ser van esasan hemû hêzên welatparêz, azadîxwaz, demokratîk, jin û ciwan û bawerî werin tevlî vê xebatê bibin.
Li ser vê bingehê em bawer dikin ku MSD bi endamên nû, bi biryarên nû, bi hevserokên nû, dikarê bibe sîwana hemû aliyên oposîzyona demokratîk.