Şande ji Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, cîgirê hevserokatiya MSD`ê Hikmet Hebîb, seroka Buroya Ciwan a MSD`ê Bercem Xelîl, Endama Desteya Siyasî a Buroya Jin a MSD`ê Xense Hemûd, Berpirsê Partiya Aşûrî Demokatîk şaxa Sûriyê Wail Mîrza û gelek endamên MSD`ê pêk dihat.

Şande ji aliyê Berdeva Fermî a Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Cîhanê Şêx Ehmed ve hatin pêşwazîkirin. MSD paşê li Eyn Îsayê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed ve hat dayîn

Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de êrişa hewayî li ser Kantona Efrînê ku di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dayî û zêdetirî 50 kes birîndar bûn û hemû kiryarên dagirkeriyê ku dewleta Tirk li kêleka çeteyên xwe li ser axa Sûriyê pêk tîne, bi tundî şermezar kirin.

Îlham Ehmed wiha daxuyaniya xwe berdewam kir: “Heta niha hêzên QSD`ê gelek serketinên mezin di hemleya Xezeba Firatê de bi dest xistine û em vê serketinê li hemû hêzên di bin sîwana QSD`ê pîroz dikin. Armanca vê hemleyê ew e ku Sûriyê ji terorê rizgar bibe û rewşa aştî vegerê ser axa Sûriyê. Bajarê Reqayê gelek girîng û stratîjîk e.

Jinên Êzîdî ku çeteyên DAIŞ`ê dîl girtibûn li Reqayê piraniya wan bi cih kirin. Çeteyên DAIŞ`ê Reqayê wekî navenda belavbûna terorê li hemû Cîhanê û Sûriyê bi kar dianî. Ji ber vê yekê jî pêwîst e Reqa û gelê wê rizgar bibe. 

Di dawiyê de em zelal dibêjin, Tirkiye tiştekî xwe li gel me tune ye ne li Reqayê û ne jî li ser axa Sûriyê bi giştî tune ye. Gelê Sûrî bi tena xwe dikare çarenûsa xwe diyar bike û herêmên xwe rizgar bikin. Hêzên ku wê Reqayê rizgar bikin ji pêkhateyên Reqayê pêk tên û wê rêveberiya wê piştî rizgarkirinê bikin.”

Şande piştre çû serdana eniyên şer û koçberên Reqayê. 


 EYN ÎSA