Jina Kurd li Brîtanyayê weke yek ji nûkerên jin herî baş hat hilbijartin. Jina Kurd a ji Başûrê Kurdistanê Dr. Fanya Îsmaîl sala 1995´an ji Başûrê kurdistanê çûye Ingilîstanê. Wê îsal xelata "Jin di Înovasyonê de" wergirt.

Armanca xelatê ew e ku "destketiyên jinên mûcîd ên pêşeng pîroz bikin". Ji bo xelatê li seranserê Ingilîstanê hikûmet li namzetên gncaw digere. Herçî Fanya ÎsmaîI e, ew hêjayî xelatê hat dîtin ji ber karê wê yê ji bo kêmkirina çopê, nexasim jî fincan û qedehên plastîk ên çay û qehwê. Lewma ji nû ve bikaranîna wan jî zehmet e.

Bi karê Fanya Îsmaîl û şirketa wê ya kimyayê ya li Gillinghamê a bi navê Sol-Gel Coatings & Advanced Materials, madeyeke ji hawîrdorê re dost hat çêkirin ku pê bi prosesa kîmyewî ya bi navê ‘sol-gel’ madeyeke xwe li ber avê digire hat çêkirin û bi vê madeyê li çûna qedehên plastîk yên ku ji hawîrdorê re ne zirar in dikarin bên çêkirin.

Weke serketiya vê xelatê, wê qederê 65 hezar dolar xelata pereyan jî wergirt. Îna bihurî, roja 8´ê Adarê Roja Têkoşîna Jinan a Cihanî de hat eşkerekirin ku wê ev xelat wergirtiye.

Fanya Îsmaîl li Başûrê Kurdistanê lîsansa xwe di beşa kîmyayê de kir, li Ingilîstanê jî mastir û doktoraya xwe ji Zanîngeha Manchesterê wergirtiye.

 

LONDON