Di dema nirxandina pêşniyarnameya parlamenterên Partiya Çep a Swêdê û Partiya Hawirdorê ya ji bo destekkirina aştî û demokrasiya li Rojava de, Parlamenterê Partiya Hawirdorê ya Keskan Walter Mutt got, "Li Sûriyeya heyî, meşa ji xwe bawer a Rojava di rêya aştî û demokrasiyê de, mucîzeyeke."

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Carl Bildt bersiv da pêşniyarpirsên parlamenteran û di şûna bersivên şênber ên ji bo pirsên li ser Rojava de, rastiyên tên zanîn dûbare kir. Bildt dûbare kir ku Swêd û Yekitiya Ewropa alîgirê çareseriyeke polîtîk a li Sûriyeyê ne û destekê didin Konferansa Cenevreyê. Bildt ragihand ku ji roja destpêkirina şer û vir ve Yekitiya Ewropayê mîlyarek kron alîkariya însanî daye Sûriyeyê.
Bildt diyar kir ku Swêd alîgirê çareseriyeke siyasî ya mayînde ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê ye, lewma alîgire ku di muzakereyên gengaz ên di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de Kurd jî bên temsîlkirin.
Li dû axaftina Bildt Parlamenterê Partiya Keskan a Hawirdorê Jabar Amîn mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku li Sûriyeyê Kurd di nava nîv sed salên dawî de mafên wan ên bingehîn ji dest hatine girtin û li welatê xwe neçar mane weke welatiyên di asta duyemîn de bijîn.
Amîn da zanîn ku ew beriya sê mehan çûye Rojava û anî ziman ku Kurdan bi Ereb û Xiristiyanên li herêmê dijîn re saziyên aştî û demokratÎk ava dikin û berevajî herêmên din ên Sûriyeyê li Rojava rewşeke aştiyane ya şênber heye. Amîn diyar kir ku li gelên herêmê di warê wekhevî, parastina xwezayê, tolerans û jiyana bi hev re de hem fikirin û destnîşan kir ku guhertinên erênî yên li Rojava divê ji aliyê civata navneteweyî werin destekkirin û ev yek li gorî berjewendiyên Swêdê ye.

Zextên li ser penaberan

Parlamentera partiya Çep Amineh Kakabaveh jî bal kişand ser rewşa penaberên li welatên cîran bi taybetî yên li Herêma Federal a Kurdistanê. Kakabaveh bibîr xist ku ew beriya salekê çûye Herêma Kurdistana Federal û bi penaberên Kurd re hevdîtin kiriye, şert û mercên penaberan xistiye rojeva parlamentê û got, "Çend roj berê rapora 'Jinê ya Neteweyên Yekbûyî' hat weşandin. Di raporê de destdirêjiya zayendî, zext, bikaranîna zarokan û zewaca bi zorê cih girt. Li Kurdistanê zarokên keç û xort tên firotin, tên kirîn. Beriya salekê min ev yek ji Bildt re ragihand lê belê tiştek nehat kirin. Mirov ji şer direvin, lê belê li welatên cîran dimirin û rastî her şêweyên zext û tundiyê tên. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin û divê were rawestandin. Hêvîdarim ku Wezîrê Karên Derve wê vê mijarê bi rayedarên Herêma Federe ya Kurdistanê û rayedarên Iraqê re binirxîne."
Hevberdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Keskan a Hawirdorê Walter Mutt jî bi gotina "Li Sûriyeya heyî, meşa bi gavên ji xwe bawer a Rojava di rêya aştî û demokrasiyê de, mucîzeyeke. Li Sûriyeya ku malbateke despot nêzî nîv sed sal in welêt birêve dibe, li herêmekê li Rojava rêveberî ji kantonên xwe bi xwe birêve dibin aht dayîn û mafên Ereb, Asûrî û hindikahiyên din ên ne aydî Kurdan e hatin ewlekirin" dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku dildariya wekheviyê ku li Rojhilata Navîn zêde nayê dîtin li Rojava xuya dike, partiya herî mezin a herêmê jî PYD bi hevserokatiyê ji aliyê jin û mêrekî ve tê rêvebirin.
Mutt ragihand ku ew naxwaze pêşketinên li Rojava romantîze bike, zehmet e ku pêşdîtina pêkhatina hêviyan were kirin, lê belê bi destekkirina Swêd û welatên din ên demokratîk re pêşketinên li Rojava dikarin werin ewlekirin.

’Tirkiye piştgiriyê dide çeteyan’

Mutt bal kişand ser helwesta dijminane ya AKP nîşanî Rojava dide û got, "Tirkiyeyê nerazîbûneke gelekî neyînî nîşanî avabûna herêmeke xweser weke cîranê xwe da. Tirkiye destekek mezin dide komên mîna El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê, ku li dijî rêveberiya laîk a li Rojava şer dikin." Mutt ji Bildt pirsî ku amade ye vê mijarê bi hikûmeta Enqereyê re biaxve yan na.
Dûre Parlamenta Partiya Keskan a Hawirdorê Annika Lillemets mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser şert û mercên zehmet ên li Rojava ji ber êrîşên rêxistinên îslamî yên radîkal û ambargoyê. Lillemets anî ziman ku divê beriya her tiştî alîkariya xurekê ji Rojava re bê kirin û girîngiya piştgirîdayîna ji saziyên demokratîk ên li Rojava destnîşan kir.
Lillemets ragihand ku divê li muzakereyên ji bo aştiyeke mayînde ya li Sûriyeyê, Kurd û jin bên temsîlkirin. Bildt bersiv da rexneyan û îddîa kir ku weke hikûmeta Swêdê ji bo temsîlkirina jin û Kurdan çi ji destê wan hatiye wan kirine, lê belê derfetên wan kêm in.
Bildt îddîa kir ku parlamenteran der barê PYD'ê de wêneyekî romantîk xêz kirine, divê hevpariya PYD'ê ya bi PKK'ê re neyê jibîrkirin, neyê ji bîrkirin ku PYD parçeyek ji PKK'ê ye û PYD bi rejîma Esad re di hin waran de li hev kiriye. Ev gotinên Bild rastî nerazîbûna Mutt û Amîn hat.
Mutt da xuyakirin ku wî di axaftina xwe de aniye ziman ku divê pêşketinên li Rojava neyê romantîkkirin, lê belê bi rojnamevan û pisporên ji herêmê hatine re hevdîtin kiriye û di hevdîtina bi Salih Muslim û Sînem Mûhammed de dîtiye ku ew xwedî helwesteke ji diyalogê re vekirî ne.

Rojava 40 salî hevkariya Esad kiri

Amîn jî diyar kir ku Swêd jî di nav de welatên Rojavayî 40 salan bi rejîma Esad re hevkarî kirine û anî ziman ku pênasekirina pêşketinên li Rojava weke romantîzm, wê aştî û demokrasiyê nîne herêmê.
Amîn da zanîn ku di şûna vê de xwest alîkarî ji gelê Rojava re bê dayîn, nûnerên ji Rojava karibin bi hêsanî vîzeyê bistînin û pêşniyar li Hikûmeta Swêdê kir ku li Rojava Sefaretxaneya Bilind an jî Konsolosiya xwe veke.


MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM