Ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyê ku derdora 15 mehan li pey xwe hişt de piraniya aliyên muxalefetê û welatên cîhan êli dijî destwerdaneke leşkerî ya li dijî Sûriyeyê radiwestiyan. Lê her ku diçe hejmara derdorên ku êdî bêhêvî bûne û destwerdaneke leşkerî dixwazin zêde dibe.
Piştî derxistina dîplomatên Sûriyeyê Amerîkayê jî ji bo şermezarkirina vê bûyerê û pêşketinên dawî 2 daxuyaniyên ji hev cuda û wekî dijber dan.
Ji aliyekî ve hikûmeta Amerîkayê li ser daxwazên hin welatan ên bang li destwerdaneke leşkerî dikin got ku ew ne bawerin niha pêvajo ji bo mudaxeleya leşkerî guncave. Lê ji aliyekî din ve li ser zimanê wezareta karê parastinê hin gef li hikûmeta Sûriyeyê hatin xwarin. Wezaretê da xuyakirin ku ew wekî artêş ji bo destwerdaneke leşkerî amade ne.
Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Leon Panetta da xuyakirin ku artêşa Amerîkayê amadeye ku operasyoneke leşkerî li dijî Sûriyeyê bide destpêkirin heke pêwîst bike. Lê ne tenê Amerîka, piraniya welatên Rojava li dijî destwerdaneke leşkerî derdikevin lê hin welatên Kendavê û Tirkiyeyê alîgirê deswerdaneke leşkerî ne û bi her awayî alîkariya muxalefeta çekdar dikin.
Daxuyaniyeke din a balkêş a rayedarên Amerîkayê ji Wezîra Karên Derve ya Amerîkayê Hilary Clinton beriya çend rojan di bersiva rojnamevanan de wiha gotibû: Rewşa Sûriyeyê ji ya Lîbyayê cudatire, rewşa Sûriyeyê bi hesanî rê nade êrîşên ezmanî her wiha civaka Sûriyeyê civakeke gelekî rengîne û tevliheviyê nijadî hene. Her wiha muxalefeta wê ne yekgirtiye û hêzên navneteweyê jî ne xwedî yek gotinin.
Amerîkayê bi van daxuyaniyên nakok dilê hemû aliyan xweş dike û ew jî dide nîşandan ku planeke wê ya aşkare ya ji bo destwerdana Sûriyeyê tuneye.
ŞAM