Dayika Murat Kaya yê eskerên dewleta Tirk ew li gundê Mûşiyan ê li Dûtaxa Agiriyê qetil kir, ji nûçegihanê MA´yê Dîndar Karataş re got, dewlet ji bo ser sûcê xwe bigire, ji kurê wê re dibêje terorîst.

Di 6’ê Kanûnê de eskerên dewleta Tirk avêtibû ser gundê Mûşiyan ê navçeya Dûtax a ser bi  Agiriyê. Wan li gund Murat Kaya yê bavê 3 zarokan qetil kiribû. Dayik, xwişk û birayên wî behsa wê rojê kirin.

Bira Fettah Yalçin ku piştî şer hat binçavkirin û êşkencekirin, 3 roj paşê hat berdan. Yalçin, got: “Eskeran ji Cemal pirsî kes li gund heye yan na. Cemal jî got, haya wî ji kesî tuneye. Gava min û Cemal cixareyên xwe pêxist, dengê çekan hat. Me hewl da em birevin, lê eskeran ji me re got, xwe dirêj bikin. Heta deng ji çekan qut bû, em li erdê man. Paşê bi dehan esker hatin, li me dan. Dixwestin me têxin bin wesayîta zirxî û bieciqînin. Du gundiyên din jî xistin nav rêxa heywanan û li wan dan. Gava şer qediya, Cemal hilgirtin û birin hundir. Cemal, di nav xwînê de mabû. Eskeran berê xwe da me û got, ‘em vana jî têxin bin wesayîta zirxî û bieciqînin.’ Em çar saetan serdevkî man û li me dan.”

Yalçin got, haya wî jê nebû ku birayê wî hatiye kuştin: “Min birayê xwe nedît, lê deng hat min ku leşkerekî got. ‘sivîlek hatiye kuştin.’ Min nizanibû ê sivîl birayê min e. Gava hatim berdan pê hesiyam ku birayê min hatiye kuştin. Bi çend cihan serê min şikandin. Di dema îfadeyê ne ji baroyê ne jî ji cihekî din parêzer nebûn. Birayê min Mûrat Kaya sivîl bû. Birayê min meraq kiribû û çûbû wir.”

Ji bo ser sûcê xwe bigirin

Dayik Dîlber Kaya jî diyar kir ku danê sibehê eskeran her der girtibû û got, wê bi xwe kurê xwe Murat Kaya şiyar kiriye. Kaya got, “Serê sibehê min dît esekeran her dera gund girtiye. Min jî Murat şiyar kir. Min got, ‘dernekeve derve’ lê wî ji min re got, ‘dor li mala birayê min Fettah girtine, divê biçim bipirsim. Ma ê çi bikin.’ Mûrat, şimikek xist piyê xwe û derket. Murat li cem eskeran bû. Min bi sê dengan bang kir. Murat ji min re got, ‘Dayê têkeve hundir bila gule li te nekevin.’ Hinekî di ser re çû, esker hatin, wan got, ‘Mûrat qazax û goreyan dixwaze.’ Heta min gore û qazax anîn, esker çûbûn jî. Kurê min bavê 3 zarokan bû, kurê min ne PKK’yî bû. Ez ê li her derî bibêjim. Ji kurê min re dibêjin ‘terorîst’.”

Xwişk Maksût Yalçin jî bang li parlamenteran kir da ku li doza wan bipirsin: “Esker dibêjin Mûrat bombe avêtiye. Birayê min bombeyê bibîne jî nas nake. Ez bang li kesên xwedî wijdan dikim; birayê min sivîl bû û eskeran ew kuşt. Bila parlementerên HDP û CHP’ê bên û bipirsin.”


 

Herdu bira dîsa girtin

Mûrat Kaya yê ku li Dûtaxê leşkeran ew qetil kiribû, birayên wî hatin destgîrkirin.  Li gundê Mûşiyan ê Dûtaxê eskeran 6´ê Kanûnê Murat Kaya qetil kiribû. Eskeran doh dîsa bi ser gund de girt, û  Maksût û Fettah Yalçin ên ku birayên Mûrat Kaya ne, destgîr kirin.

 

MA/AGIRÎ