Li gorî hin çavkaniyan ev encam piştî bazar û lihevkirinên di navbera alîgirên Muhemd Mursî piştî aşkarakirina encamên fermî axaftinek kir. Mursî di axaftina xwe de bang li hemû gelê Misrê kir û got ew dê tu cudahiyê nexe navbera tu kesî de. Mursî got ku ew dê bi rêbazên wekheviyê nêzî her kesî bibe û ferqê naxe navbera kesên ku dengê xwe dane wî û yên kul i dijî dane bikaranîn.
Her wiha Mursî wiha xitabî welatên derve jî kir û got: Em dê guhertinên mezin bikin û gavên mezin di warê demokrasî û wekheviyê de bavêjin ku hêjayî dîroka vî welatê kevnar be ku dîroka wî vedigere 7 hezar salan. Lê di tûra duyemîn ya hilbijartinan de dudiliya gelê Misrê hebû ji bere w neçar bûn ku di navbera Ixwan Misilimîn û endamekî rejîma berê de hilbijartinên xwe bikin. Gelê Misrê ji rejîma berê ne razî bû û di heman demê de tirsa wan ji hilbijatina Birayên Misilan hebû ji ber dîroka wan a radîkal a di vî welatî de.
Piştî ku Konseya Bilind a Leşkerî dest danî ser hin rayeyên hikûmetê, li ser banga Birayên Misilman bi hezaran kes daketin qada Tehrîrê. Dihat payîn ku encamên hilbijaritnê roja pênçşemê bên aşkerekirin. Sekreterê Giştî yê Komîsyona Hilbijartinê Xatem Bagato di daxuyaniya da de ragihand ku dê serokê komîsyonê Faruq Sultan roja yekşemê encqamên hilbijartinê aşkere bike.
Beriya aşkerekirina encaman alîgirên Birayên Misilman daketin qada Tehrîrê. Konseya Bilind a Leşkerî ya ku niha rêveberiya welêt di dest wê de ye, ji alîgirên her du nazmedan xwest ku li benda encamên hilbijartinê bimînin.
Şefîq ê ku di dema Mubarek de serokwezîr bû, di daxuyaniya da de Mursî tawanbar kir ku dixwaze bi van “lîstokan” zextê li komîsyona hilbijartinê bike. Şefîq xwepêşandanên Birayên Misilman ên li Tehrîrê jî rexne kir û diyar kir ku dixwazin bi vê yekê zextê li komîsyona hilbijartinê bikin.
QAHÎRE