Ji ber xwepêşandanên girseyî, Mursî neçar ma ku biryarnameya ku rayeyên wî zêde dikin şûn de vebikişîne. Lê Mûrsî ya dest ji riga xwe ya referandûma ji bo makeqanûna ku muxalîf dibêjin ku mora Îslamiyan li ser e, bernade.

Mûrsî îdîa dikir ku naskirina rayeyên taybet ên ji bo wî “Ji bo parastina şoreşê û pêkanînan reforman pêwîst e.”
Muxalîf ji bo nirxandina paşde gavavêtina Mursî li hev kom bûn û vê pêngava Mûrsî kêm dîtin û xwestin referandûma makeqanûna nû jî were betalkirin. Eniya Sazûmaniya Neteweyî ya Muxalîfan piştî civînê daxuyaniyek da û diyar kir makeqanûna nû nunertiya hemû gelê Misirê nake û ji ber wê jî nayê qebûlkirin. Ji berdevkên Eniyê Semî Aşûr got: “Em referandûma ku dê zêdetir rê li ber serhildan û parçebûnê vebike red dikin.”
Muxalîfan li hemberî vê yekê ji bo pêşî li referandûmê bigire, bang li gel kir ku roja sêşemê xwepêşandanên girseyî li dar bixin. 

QAHÎRE